Sazge bi têkelkirina rengan hunerê dixuliqîne

Li Helepçeyê gelek jin hene zanîngeh temam kirine lê belê di warê xwendina xwe de nikarin bixebitin loma jî dest bi karên cuda kirine, yek ji wan jinan jî jina bi navê Sazge Ehmed e. Ew li mala xwe hunera rayzîn ku du madeyan dixe nava hev û pê wêneyan gelek tiştên cuda diafirîne û ev huner jî rastî eleqeyek mezin tê.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Jinan di aliyê hunerê de xwe gelek bi pêş xistine bi taybetî li Helepçeyê gelek jin hene karên hunerî yên cuda dikin. Jina bi navê Sazge Ehmed xwe di hunera bi navê rayzin ku ji du madeyên rohn pêk tê û şiklên cuda jê çêdike hişk dibe bi pêş dixe û di nava mala xwe de karê xwe dike û ji aliyê xelkê ve jî ev huner gelek tê ecibandin.
Sazge Ehmed der barê destpêkirina hunera rayzîn de ji ajansa me re axivî û got: “Min zanîngeh di salên 2011-2012’an de qend, piştî min zanîngeh temam kir, nexebitîm. Piştî ku ez zewicîm careke din li kar geriyam lê belê karek bi destên min neket. Min jî li ser YouTubê xwe fêrî hunera rayzîn kir, min digot ger mazeme bi destên min bikevin dê çêbikim. Dema ku bi lêgerînan min malzemeyan bi dest xist, bi xwestekek hîn zêdetir min xwe fêr kir û niha jî di mala xwe de vî karî dikim. Min kaseyên çerezan çêkir lê belê ev kase nayên şûştin. Dema ku werin şûştin xira dibin tenê ji bo ciwaniya malê mirov dikare bi kar bîne û ji bo paqijkirina wan mirov dikare bi paçek zuha paqij bike.”
Hunera rayzîn çi ye?
Sazge Ehmed da diyarkirin ku hunera rayzîn ji du madeyên kîmyewî pêk tê û navê wan madeyan madeya rayzîn û harden e du madeyên nû û rohn de. Rayzina xwezayî gelek e lê belê bikaranîna wê cuda ye. Hunera rayzîn yek ji wan huneran e ku di cîhanê de rengan têkel dikin û bi nav û deng bûye. Ew kesên ku di vî alî de kar dikin divê xwestek û hezkirina wan hebe, ev kar xwedî cîhaneke berfireh e. Dema ku min nû dest pê kir, min tabloyek çêkir lê ew jî xira bû lê belê niha ez madalya û tiştên ciwan ên di nava malê de û wêne li ser neynikan û kaseyên çerezan çêdikim. Destpêkê ez bi hunerên xwe beşdarî festîfala Hinaran bûm û niha jî ev hunera min rastî eleqeyek tê. Li vê derê ez bang li jinên ku dibêjin em nikarin kar bikin dikim dema ku karek bixwazin bila bikin ger armanceke jinan hebe dê bigihîjin encamê.”