şanoyek ku şîdeta li dijî jinan şermezar dike wê li gelek deverên Cezayîrê were pêşkêşkirin

Pêşkêşkirina şanoyeke ku di nava xwe de gelek şanoyan dihewîne, dê di 22'yê Çileyê de li deverên ku nehatibû pêşkêşkirin jî were pêşkêşkirin û heya 28'ê Çileyê bidome. Bi armanca çareserkirina pirsgirêka tundûtûjiya li dijî jinan dê li 6 bajarên Cezayîrê were pêşkêşkirin.

Navenda Nûçeyan-Performansa şanoya bi navê "Hebîbî" bi Kurdî bi wateya "Hezkiriyê min" û berhemeke hevbeş a çend şanoyan e. Ev şano bi armanca çareserkirina tundiya li ser jinan e û xwedî mebestên perwerde û zanistî ye. Beşek ji şanoyê hatiye wergerkirin û weke piştgiriyê ji bo komxebatên perwerdeyê li eyaleta Boumerdesê hat bidestxistin her wiha ji bo pêşkêşkirina wê li çend bajarên Cezayîrê ger hatiye organîzekirin.
Şano behsa zehmetiyên ku jin ji aliyê bav, bira, hevjîn û heta kurê xwe ve dibînin
Organîzatorên pêşandanê gotin ku lîstika şanoya ku ji aliyê jina Swîsrî ya bi navê Silvia Bareros ve hatiye nivîsandin û derhêner jî ew e behsa êş û zehmetiyên jinan dike ku jin ji aliyê bav, bira, hevjîn û heta kurê xwe ve rastî rundiyê tên û ev yek dihêle ku ew bêdeng bimînin. Her wiha organîzatorên şanoyê diyar kirin ku tecrubeyên wisa pir girîng in û hewceyî bi wan heye ji ber ku ew rê li pêşiya şanoyên Cezayîrê vedikin ku li tevahî cîhanê werin belavkirin û şanoyên wisa dibin çareserî ji yek ji pirsgirêkên herî girîng ên li cîhanê re.