Rewan Xazîq: Hunera baş bi behremendî û şikandina qalib û teqlîdê ve girêdayî ye

Rawan Xaziq diyar kir ku wêneyên hunerî yên nûjen ku tevî temenê xwe yê biçûk ku xêz dikir, matmayî û heyraniya hevkar û malbata wê zêdetir kiriye, bi piştgirî û cesareta ku ji derdora xwe girtiye, piştî çend salan dikaribûye ji bo bidestxistina pileya yekem beşdarî pêşbirka bi navê "Azadî" bibe.

NEXEM KARACA
Xeza- Rewan Xazîq dikaribû qalibên hunerî yên di tabloyên seramîk de bişkîne. Bi berhemdariya xwe ya ku pirsgirêkên civakê bi şêwazeke realîst û sembolîk derdixe pêş hunera xwe diafirîne.
Rawan Xazîq, a 22 salî, ji bajarê Xezayê ye, derçûya huner û pîşesaziyê ye ji Koleja Zanistên Sepandî di pola şeşemîn a dibistana seretayî de dest bi xêzkirina rûyê ku di xeyalên wê de hebûn kir. Li ser xêzkirina xwe dibêje: "Min di destpêkê de mîna her kesê jêhatî hewl da kariyera xwe ya hunerî di hunerên plastîk de bi pêş bixim.”
Malbat, nas û dost bûn heyranê hunera wê
Li ser wê yekê got: "Behremendiya xêzkirinê ji zarokatiyê ve bi min re hebû, min ew bêtir bi pêş xist. Dema ku min beşa hunerî ya zanîngehê hilbijart, bi beşdariya pêşbirk, çalakî û însiyatîfên hunerî min berdewam kir.
 Ji bo pêşxistina behremendiya xwe, her tiştê nû yê ku bi hunerê ve girêdayî bû ceriband. Li ser wê demê wiha dibêje: "Di serî de, tabloyên min wekî tabloyên hunermendên bi nav û deng Pablo Picasso û Van Gogh bûn lê piştre min tabloyên xwe bi îlhama xwe ya xweser çêkirin. Kesê ku şêwaza min a wênesaziyê bişopîne, bêyî ku navê min li ser hatibe nivîsandin, dikare berhemên min bibîne lewre şêwaza wênesaziya min êdî diyar bûye.”
“Min xwest li ser mîrateyan biaxivim û mijarên wekî Nekbayê nîşanî nifşên nû bidim”
Der barê projeya xwe ya derçûnê ku di bin navê "Daweta Filistîniyan de bi mijara vejandina mîrata me ya Filistînê ve mijûl dibe" wiha dibêje: "Du sal berê ez li ser mijara daweta Filistîniyan xebitîm û min hez kir ku li ser mîrateyan biaxivim û xwest mijarên erênî ronî bikim û nîşanî nifşên ku nebûne şahidên Nekbayê bidim. Bi lêkolîn û ezmûna xwe min dîmenên rast kişandin û di tabloyên peykeran de bi cih kirin.”
Rawan Xazîq dibîne ku tabloyên hunerî yên ji seramîkê hatine çêkirin bi riya wan beşdarî şikandina qalibên hunerî û teqlîdê bûne, ji tabloyên din ên hunerî yên din xweşiktir û jîrtir in û wiha dibêje: "Tabloyên hunerî yên bi seramîkê hatine xemilandin, estetîka xwe ji cudahiya ji tabloyên plastîk ên mayî digrin. Huner bi giranî bi jêhatîbûn û şikandina stereotip û teqlîdkirinê ve girêdayî ye.”
Di warê hunerî de gelek serkeftî bû
Rawan tevliheviya van tabloyan ji modelên darîn ên tenik û nerm çêdike "applecage" ku perçeyên biçûk ên hunerî yên ji seramîk, pasteyek ji "nişa, benîşt û rûn hatine çêkirin, tên danîne û bi vî rengî ger ku pasteya seramîk di rêza yekem de rengîn nebe, karê nîgara ku were çêkirin bi dawî dibe.
Rewan Xazîq di warê hunerî de gelek destkeftî bi dest xistine. Ew di projeya "Hunerên Dîtbarî, Pêşketin û Berdewamî" ku ji aliyê Weqfa Abdul Mohsin Qettan ve di çarçoveya bernameya "Wasla" de hatibû organîzekirin de, bi ser ket. Der barê projeyê de wiha dibêje: "Li ser nakokî û siyaseta welatên mezin û biçûk û çawaniya rêvebirin û kontrolkirina bi wêne û peykersaziyê bû.”
Her wiha beşdarî pêşbirka bi navê "Tundiya li ser Jinê" bû û bi riya wê asta duyemîn bi dest xist, wê di heman demê de ji Bernameya Wasla ji bo Grantên Hilberîner ên Biçûk, projeya Hunerên Dîtbar, Mezinbûn û Berdewamiyê" xelatek girt. 
Ji ber buhayê zêde nikarin malzemeyan bikirin
Lê geşta wê ya hunerî bê zehmetî û astengî derbas nebû, li ser wê rêwîtiyê wiha got: "Ez di mjiara peykersaziyê de zehmetiyê dibînim. Memaze malzemeyên ku li Xezayê hene ji ber bihabûna her cure gil û bihayê zêde, di çêkirina berhemên peykersaziyê de em tengasiyê dikşînin. Mînak, gila hewa di xebatê de hêja ye lê zêde biha ye û em nikarin mîqdarên zêde peyda bikin.”
Cureyên hevîrê seramîk li du celeban tên dabeşkirin, sar û germ, a paşîn li ser agir tê pijandin û hilgirtina wê hêsan e, ji bilî nermbûna wê di dema çêkirinê de, zêdebarî şiyana eyarkirina wê di demek dirêjtir de sar dibe û zû ziwa dibe.
“Huner hest û peyam e”
Warê hunerê bû alîkar ku kesayetiya Rewan Xazîq were safîkirin û şiyanên wê bi pêş bikevin. Li ser armanc û hestên xwe wiha dibêje: "Huner hest û peyamek e û her hunermend bi riya hunera xwe peyama xwe ji her kesê re radigihîne. Ez her  gav dixwazim peyamên xwe bi riya xebatên xwe yên hunerî bighîjînim.”
Di dawiya axaftina xwe de xwest ji bo xebatên xwe yên hunerî pêşangehên navneteweyî veke û ji hemû cîhanê re peyamek bişîne da ku di hunerê de li riyên kûrtir bigerin û ramana hunerê bi xwe nas bikin.