Rabîaya 80 salî dîroka malbatê û bîra Suweydayê ji windabûnê diparêze

Rabîa El-Hecalî ya 80 salî ku li bajarê Suweydaya Sûriyeyê dijî, bi salan e pirtûk, rojname, belge û tiştên dîrokî yên ji pîr û kalên xwe mîras girtine, bi baldarî diparêze. Ew mîrateyê wekî tomarên bîra herêmê dibîne .

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Rabîa bint Mezîd El-Hecalî ya 80 salî berhevokek ji pirtûk, rojname, belge û tiştên kesane yên ku ji bav û kalên xwe mîras girtine, diparêze. Ew wan wekî tomarên bîranînên malbata xwe û beşek ji dîroka bajarê Suweydaya Sûriyeyê dibîne. Ew ditirse ku gen kes wan neparêze û nede nifşên pêşerojê, ev mîrat dê bi demê re winda bibe.

Rebîa El-Hecalî, nêzî 30 salan berî teqawidbûnê, mamostetî kir. Lê wê qet rolek din paşguh nekir. Rolek ku mîna berfirehkirina berpirsyariya xwe ya ji bo nifşên pêşerojê dibîne: parastina belge û bîranînên ku ji hêla pîr û kalên wê ve hatine hiştin. Rabîa, dibêje ku bavê wê di dilsoziya wê ya bi vê mîratê de rola herî mezin lîstiye. Rebîa El-Hecalî pêvajoya destpêkê wiha vedibêje: “Ji zarokatiyê ve, bavê min, ez teşwîq kirim ku guh bidim çîrokan û ji min xwestiye ku li kêleka wî rûnim. Bavê min ji min xwest ku bîranînên wî ji bo min bimînin. Ev gotin di bîra min de hatine kolandin û ji bo wê wekî motîvasyonek xizmet dikin ku tiştê ku wî ji min re hiştiye, biparêzim.”

Pirtûk û rojnameyên ku ji nifşan ve ji nû ve hatine veguhestin

Koleksiyona Rabîa El-Hecalî, pirtûk, rojname û belgeyên bûyer û kesayetiyên di dîroka Suweydayê de, bi hûrgilî vedihewîne. Di nav wan de materyalên têkildarî bavê wê û serpêhatiyên wî yên di dema Desthilatiya Fransî de, her wiha tiştên kesane yên wekî şûr û qamîş hene. Rabîa diyar dike ku ew bi baldarî ji bikaranîn an destwerdana ji hêla yên din ve diparêze. Yek ji pirtûkên ku Rabîa behs dike "Xwîn û Sirgûn" e, ku jiyana bavê wê vedibêje. Ew her wiha rojnameyên kevin ên ku nûçe û nameyên li ser beşdariya niştecihên herêmê di şer û bûyerên leşkerî yên wê serdemê de dihewîne, diparêze.

Rabîa El-Hecalî, van materyalan ne tenê wekî mîrateyên malbatî, di heman demê de wekî belgeyên ku têgihiştinê li ser dîroka herêmê pêşkêş dikin jî dibîne. Bi taybetî jî, ji ber ku hin ji wan navên kesan, bûyeran û nameyên rojnamegeriyê yên ku ji nifşan ve ji nû ve hatine veguhestin dihewîne.

Belgeyên li dijî tawanbarkirinên xiyanetê

Rabîa El-Hecalî, pabendbûna xwe bi van belgeyan ve girêdide. Nemaze bi hewldanên "tawanbarkirina Dûrziyan a bi xiyanetê" ya piştî bûyerên li Suweydayê di Tîrmeha 2025’an de qewimîn. Her wiha, ew red dike ku dîroka niştecihên herêmê bike tawanbarkirinên giştî.

Rabîa di berdewama axaftina xwe de diyar dike ku ev materyal helwest û nakokiyên ku xelkê herêmê beşdar bûne belge dikin û ew wan wekî delîlên parastina axa xwe dibîne. Rabîa dibêje ku: “Parastina van belgeyan û peydakirina wan ji bo lêkolîner û nifşên pêşerojê, dihêle ku têgihîştinek kûrtir a van bûyeran çêbibe, li şûna ku tenê li ser vegotinên hevpar bisekine.”

Di nav belgeyên ku di destê Rabîa El-Hecalî de ne, çend belgeyên ku bi bûyerên ku di serdema Serdestiya Fransî de li Şamê qewimîne ve girêdayî ne. Li gorî naveroka wan, ew rave dike ka çawa komek ji xelkê Suweydayê di dema pevçûnên bi komek Çerkezan re beşdarî parastina niştecihên Şamê bûne. Ew dibêje ku bavê wê di nav wan kesan de bû ku beşdarî van bûyeran bûne.

Di vegotinên bîranînê de cihê jinan

Rabîa El-Hecalî, parastina dîroka zilaman, ji parastina çîrokên jinan cuda nake. Di dema nirxandina xwe de ew dibêje ku jin beşek girîng a bûyerên ku li herêmê têne dîtin in û di veguhestina bîranînê ji dayîk û dapîran bo kur û neviyan de jî rolek girîng dilîzin. Rabîa El-Hecalî, bûyer û komkujiyên li Suweydayê ku di Tîrmeha 2025’an de qewimîn, ew çîrokên jinên ku beşdarî parastina axa xwe bûne de vegot: "Di wan bûyeran de, jinekê çek rakir û karî 6 ji êrîşkaran bikuje, di heman demê de jinek din otomobîlek ajot û beşdarî parastina herêmê bû."

 Ji bîranînên malbatê heta bîra mekanê

Rabîa El-Hecalî, her wiha behsa çîrokên malbatî yên der barê beşdarbûna bapîrê xwe ya di şerên serdema Osmaniyan de dike. Li gorî bîranînên malbatê, ew vedibêje ku di şerekî de ji 38 siwaran re pêşengî kiriye û bi 68 girtiyan vegeriyaye. Rabîa, bawer dike ku dîroka devkî û belgeyên nivîskî hevdu temam dikin; ji ber vê yekê, ew pêşîniyê dide parastina pirtûk, rojname û belgeyan, her wiha tiştên kesane yên ku ew hêja dibîne û bi xwediyên wan û serdema ku ew lê dijîn ve girêdayî ne. Rabîa wiha domand: "Nifşên nû dikarin ji dîroka bav û kalên xwe qut bibin û windakirina belgeyan tê wateya windakirina hin hûrguliyan ku paşê nayên vegerandin.”

‘Min zû neviya xwe teşwîq kir ku vê mîratê biparêze’

Rabîa fikar dike ku piştî mirina wê, ew ê kesek nebîne ku van materyalan biparêze. Ji ber vê yekê, ew bawer dike ku avakirina muzexaneyek an navendek taybetî dikare ji bo wê û malbatên din cihek daîmî peyda bike da ku belge, rojname û antîk biparêzin û belge bikin. Rabîa El-Hecalî, bi bîr tîne ku neviya wê xwestekek mezin nîşan daye ku bîranînên bapîrê xwe biparêze û vê yekê wiha bilêv dike: “Min zû neviya xwe teşwîq kir ku vê mîratê biparêze û wê ji nifşên pêşerojê re veguhezîne. Di hewesa min de, çirûskek hêviyê heye ku dê berdewamiya vê bîranîna zindî mîsoger bike û rê li ber windabûna wê bigire.”

Bi dîtina Rabîa, muzexane ji tenê depoyek kevnariyê wêdetir diçe, cihek zindî ye ku rabirdûyê bi niha ve girêdide. Bîranîna mekanê digire nav xwe û derfetê dide nifşên nû ku tiştên ku pîr û kalên wan li dû xwe hiştine kifş bikin.