Pêşengeha taboloyên 8`ê Adarê li kobanê hat vekirin

Li kantona Kobanê pêşengeha "Bi reng û vîna jina azad emê destkeftiyên şoreşê biparêzin" ji bo 8`ê Adarê hat vekirin.

 
Kobanê- Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi silogana "Emê bi hev re destkeftiyên şoreşê biparêzin û axa xwe rizgar bikin" tên li darixstin, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cur be cur didomin. Tevgera Çand û Hûnera Baqî Xido û Desteya Çandê ya herêma Firatê bi munasebeta 8`ê Adarê pêşengeha tabloyên hunerî vekir. Pêşangh ji 54 tabloyên ku ji aliyê 15 wênexezan ve hatine xêz kirin, pêk tê. Di tabloyan de reng û wêneyên jinên têkoşer û şervan, her wiha wêneyên hinek jinên navdar ên ji kantona Kobanê û jinên bi cil û bergên ji çanda Kobanê, hatine nîşan dan. Piştî deqeyek rêzgirtinê Cîgira Desteya Çandê ya herêma Firatê Rodîn Yusif axivî.
“Wênexêzî zimanê jiyanê ye”
Rodîn Yusif bal kişand ser giringiya hunera wênexêziyê û got: "Wênexêzî zimanê jiyanê û belgekirina dîrokê ye. Me jî xwest em têkoşîn, reng û zimanê jinê bi riya vê pêşengehê belge bikin." 
 “Ez bi 7 tabloyan beşdarî pêşangehê bûm”
Ji wênexêzên bi tabloyên xwe beşdarî pêşengehê bûn Hîla Ebas ku 4 salin wênexêziyê dike têkildarî beşdarbûna xwe ev tişt anî ziman: "Ev sê mehin ez amedekariya vê pêşengê dikim ku 7 tabloyên min di nav de ne. Hemû tabloyên di pêşengehê de behsa jin dikin, jina şervan, dayîk, pêşeng, kedkar û xweşik. Min weke kesayet di nava tabloyên xwe de bal kişand ser şervaneke YPJ`ê, her wiha jineke ku di Kobanê de cebariyê dike û jineke ku dayîkan diwelidîne û jinên kedkar jî. Em van tabloyan bi boneya Roj Jin ya Cîhanî, diyarî tevahî jinên Kurd û yên Kobanê dikin."
“Taboyên me di çarçoveya mijarên 8’ê Adarê de ne”
Mamosteya wênexêzî û berpirsyara pêşengehê Nûrhan Cimo jî wiha axivî: "Ev piroje ji aliyê Desteya Çandê û navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ve hat birêxstin kirin, ji lewra hemû wênexêz endamên navendê ne. Ev pêşengeh ji çalakiyên 8`ê Adarê ye, ji lewra naveroka hemû tabloyan jî di vê çarçoveyê de ye. Me jî xwest ku em bi riya hûnerê Roja Jinên Cîhanê pîroz bikin."  
Pişt re koma şehîd Gîvara ya mûzikê ya navenda Çand û Hûnera Baqî Xido stran pêkêş kirin û pêşeng hat vekirin ku bi dehan şêniyên kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl serdana pêşengehê kirin.
Dê pêşeng sê rojan dewam bike.