Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dawî bû

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ya bi dirûşma “Jin kulîlka buhara çandê ye" bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ya bi dirûşma “Jin kulîlka buhara çandê ye"  bi belavkirina xelatan bi dawî bû. 
Qamişlo- Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ku ji aliyê Desteya Çandê ya herêma Cîzîrê ve di 1'ê Adarê de hatibû destpêkirin îro bi xelatan bi dawî bû. Di mîhrîcanê de gelek hunerên jinan ên destan û pêşengeha wêneyan hatibû pêşandan. Di heman demê de di mîhrîcanê de hunera jinan mîna govend, stran, helbest, çîrok û şano hatin pêşandan. Jinan bi cil û bergên gelêrî beşdarî mîhrîcanê bibûn û 8’ê Adarê pêşwazî kirin. Di bernameya îro de çîrokek ji aliyê Koma Hîlala Zêrîn ve hate pêşkêşkirin. Her wiha Fatma Hemîd, Ebîr Dirêhî helbesta erebî û Rûken Elî Şêr helbesta kurdî pêşkêş kirin. Koma şehîd Lorîn û Koma Ronahî Bawer govend gerandin. Koma Darsî şano pêşandin. Mîhrîcan bi pêşbirk û xelatkirinê bi dawî bû. Têkildarî mijarê endama Girûpa Xewnên Biçûk Kewser Mihemed ku bi berhemên xwe bişdarî Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bû ye ji me re axivî.
 “Em bi karê xwe yê destan tevlî mîhrîcanê bûn”
Kewser Mihemed ya ji bajarê Qamişlo endama girûpa Xewnên Biçûk a ku ji 50 jinan pêk tê diyar kir ku ew bi berhemên xwe beşdarî Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bûye wiha got: “Ev 3’emîn pêşangehe ku em tevlî dibin. Armanca avakirina vê girûpê ew e ku em bikarbin dest bidin jinên xwedî huner da ku bikaribe bi xwe derbara jiyana xwe bike. Her jinek di girûpa me de, xwedî hunerkê ye û me xwest ku em hemû jinên destê wan afrîneer bi hev re kom bikin da ku karekî xweşik derbixin. Pêşangeha yekemîn û duyemîn em bi tenê pê ve rabûn, di ya sêyemîn de jî em hatin vexwendin ji bo em beşdar bibin. Girûpa me bi berhemên mîna mûnet, xemlandin, cil û bergên bi hirî û gelek amûrên kevin, beşdar bûye.”
“Me pir sûd ji vê mîhrîcanê wergirt"
Kewser Mihemd anî ziman ku hejmara beşdarên mîhrîcanê ji sala borî zêdetire û wiha pê de çû : "Em pir keyfxweş in ku beşdarî Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin bûne. Vê mihrîcanê derfet da me ku em jinên hunermend li hev bicivin û jêhatîbûnê xwe bi hev re parev bikin. Di heman demê de derfeteke ji bo ku em berhemên xwe pêşkêş bikin û bifroşin. Pêşangehên bi vî rengî dihêle ku em sûdekî baş werbigrin. Hêviya me ew e ku em bikaribin xwenên jinan pêk bînin."