Ji KOM Muzîkê strana bi navê Jîna Emînî

KOM Muzîkê ji bo Jîna Emînî ya ku sala borî li Îranê hatibû qetilkirin stranek weşand.

Navenda Nûçeyan- KOM Muzîk, bi wesîleya salvegera Jîna Emînî straneke Kurdî ya bi navê “Jîna Emînî” weşand.

Strana ku gotin û awaza wê yên Ridwan Îbrî ne bi etîketa KOM Muzîkê hat weşandin. Ridwan Îbrî li ser stranê hestên xwe wiha anî ziman: “Di vê serdema ku mirov di navbera xwe de jî nikarin pergalek ava bikin, li dijî daxwaza jiyanê zihniyeta dewletê ya paşverû di dewrê de ye, pergal li hemberî porê jineke ciwan têk diçe û şerm nake. Di vê rewşê de tenê hûn dikarin hebûna xwe îzah bikin. Di demên wiha de bêguman dê hemû beşên hunerê xwe bispêrin çeka xwe. Min jî vê carê berê pênûsa xwe da vê mijarê û di nava şermê de vê stranê nivîsand.”

Gotinên stranên wiha ne:

Dê gul vebe bibe bihar

Dê neheqî bibe tobedar

Hêvî naşikê em in bêar

Rabe ser xwe neke hewar

Wê bixeniqin zilm û zordar

Bejna zirav rengê zelal

Ji bo xatirê çavên reşbelek

Biskên te bibin azad

Jîna Emînî

Şerma giran î

Em ê porê te şeh bikin

Tu bi vî bizanî

Keç û xortên aştîxwaz

Bûn yek nefes û li ber xwe dan

Nemîne çavên te li paş

Li benda me ne rojên şanaz

Gotin û Muzîk: Ridwan Îbrî

Derhêner: Ronî Ekîncî

Derhênerê dîmenê: Abdullah Uysal

Kamera: Abdullah Uysal, Erhan Arzik

Make Up: Ahmet Kaplan

Reqas: Destan Taşdan