Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye di roja çaremîn de didome

Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye, di roja çaran de bi nîşandana şanoya "Yên hejar" a ji navenda Çand û Hûnera bajarê Minbicê didome.

Kobanê – Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye ya ku bi diruşmeya "Li vir hin hêvî hene, divê bên pêşkêş kirin" di roja çaran de bi şanoyên rengîn didome.

Îro bi dehan ji şêniyên kantona Kobanê li hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido kombûn da ku birêveçûna Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye şano ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tameşe bikin.

Di roja çaran ya mîhrîcanê de, ji navenda Çand û Hûnera bajarê Minbicê şanoya bi navê "Yên hejar" hat pêşkêş kirin. Di şanoya Yên Hejar de bal li ser rewşa girtiyan û zextên ku li ser wan tê meşandin, hat kişandin.

"Em xwe di nava hemû hurguliyên şanoyê de dibînin"

Hevseroka Desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel nêrîna xwe ya li ser festîvalê wiha anî ziman: "Ev şanoya sêyemîn ku di rêze şanoyên festîvalê de tên nîşandan. Festîvaleke serkeftî ye ku ji aliyê Tevgera Çand û Hûnera Mezopotamya û Desteya Çandê ya herêma Firatê de hatiye birêxistinkirin. Ya ji bo min balkêş dewlemendiya çandan e, ji ber ku mirov bi riya çandê netewekê ango civakekê nas dike. Her wiha dema mirov li hola festîvalê kom dibe ew hevgirtin û yekîtiya ku em di projeya Netewa Demokratîk de behsê dikin, dibîne.  Ji xwe şanoyên ku heta niha hatin pêşandan, ji bûyer û rastiyên civakê hatine hilbijartin. Ji lewra mirov xwe di nava hemû hurguliyên şanoyê de dibîne."

"Me xweset hin bûyerên ji rastiyê bi riya şano parve bikin"

Endama navenda Çand û hûnera Minbic Elîsar Berkel wiha behsa şanoya "Yên hejar" kir û got: "Komek girtiyên ku li rastiyê digerin. Lîstikvanê sereke navê wî Derwîşe, ew li şûna yekî din ku bi heman navî ye hatiye girtin. Bi qasî ku Derwîş işkence dibe, neçar dimîne ku nerast bêje û suc bavêje ser xwe. Girtiyên din jî bi Derwîş bandor dibin ku ew ji ber kesekî din ve tenê ji ber wekheviya nav tê girtin. Hevjîna Derwîş û zarokan serdana wî dikin, lê ji bo ku Derwîş wan biparêze înkar dike ku ew malbata wî ye. Ji xwe herî dawî hikûmet wî bi darve dikin. Me xweset em bal bikşînin ser hin bûyerên ku di rastiyê de deqewimin ku hîn kes ji ber navan tên girtin. Min rola kesayeta hevjîna Derwîş  Zeyneb lîst, ji bo min roleke nû bû. Hemû kesayet bi bandorbûn û rola xwe xweş lîstin. Em beşdarî  dewreya yekemîn ya festîvala Arîn jî bûn. Me hewil da li gor sala berê xebateke nû pêşkêş bikin û sudê ji kêmasiyên xwe yên par bigrin."

Li gor bernameya mîhrîcanê dê siba şanoya "Ma te kes kûşt" ji bajarê Rimêlan yê herêma Cizîrê were pêşandan.