Li Xezayê pêşangeha berhem û destanên jinan hat vekirin

Pêşangeha berhemên jinan ji aliyê Navenda Zîna ya Ciwanan û Weqfa Dalya ya Civakî ve ji bo piştgiriya mîrat û çanda Filistînê li Xezayê hat vekirin.

REFÎF ÎSLÎM 
Xeza – Di 26'ê Sibatê de, Navenda Zîna ya Ciwanan û Weqfa Dalya ya Civakî pêşangeha "Destên zêr heştan" a berhemên jinan û destanên jinan ji bo piştgirîkirina mîrat û çanda Filistînê, di bin çavdêriya Desteya Giştî ya Ciwanan û Werzîşê de li Zanîngeha Xezayê vekirin. Pêşangehê du rojan li pey hev, bi amadebûna hejmara zêde ya ji jin û xwendekarên zanîngehê, berdewam kir. Têkildarî mijarê hin jinên ku beşdarî pêşangehê bibûn ji me re axivîn.
"Qalîteya berhemên pêşangehê bi berhemên Erebî û yên navneteweyî re hevaheng e"
Rêvebera Navenda Zîna ya Ciwanan û çalakvana xebatên civakî Etaf Hemed got ku armanca wan ji lidarxistina pêşangehê gihandina peyamek e ku jinên ciwan dikarin mûcîzeyan bikin ji bo çavkaniyek taybet a dahatê peyda bikin û wiha domand: "Cudahiya pêşangehê ew e ku bi tevahî ji berhemên ciwanan pêk tê. Qalîteya berhemên pêşangehê bi berhemên Erebî û yên navneteweyî re hevaheng e. Di nava jinên beşdar de jinên astengdar hene ku biryar dane bikevin bazara kar. Ev pêşangeh performansek ezmûnî ye ji bo beşdarbûna di pêşangeheke Erebî de ku dê li Misrê were lidarxistin hevdem ligel destpêkirina çalakiyên 8’ê Adarê de."
"Xwebawerî sira serkeftinê ye"
Rîham El-Mînawî ku yek ji beşdarên pêşangehê ye destsnîşan kir ku wê ramana projeya xwe ji giyayên xwezayî û hin nebatan îlham girtiye û wiha pê de çû: "Karê min wekî bijîjkek berê gelek alîkariya min kir di çêkirina van hilberînên ku pirsgirêkên çerm û porê bi ewlehî derman dikin, ji ber vê yekê gelek kes wan bê tirs bi kar tînin. Xwebawerî sira serkeftinê ye. Divê jin dest bi projeyên xwe bikin û ne girêdayî bavê xwe û yek ji endamên malbata xwe bin."
"Her kesê ku aksesuarên min dît ji vê ramanê hez kir"
Siwar El-Zianîn anî ziman ku hezkirina wê ji aksesuaran re hişt ku hewl bide wan bi xwe çêbike û wiha lê zêde kir: "Bi rastî, her kesê ku aksesuarên min bi destê xwe çêkiribûn dît ji vê ramanê hez kir. Tevî zehmetiyên ku ez pê re rû bi rû têm mîna kêmbûna madeyên xam, hewl didim bihayan ji bo her kesê guncaw bikim."
"Yekem tabloya ku min çêkir ji bo kurê min di rojbûna wî ya yekem de bû"
Sefa El-Lûlû eşkere kir ku ew hunerên destan û tabloyên li ser gelek hevok û hin rû xêz kiriye, çêdike û wiha berdewam kir: "Yekem tabloya ku min çêkir ji bo kurê min di rojbûna wî ya yekem de bû, hemû mêvanên me ji wê tabloyê bi bandor bûn, ji ber vê yekê min hînbûna xwe domand da ku karibim ramanên xwe veguherînim tabloyan."
"Jinên astengdar di pêşketina civakê de xwedî roleke mezin in"
Fatima El-Xelîlî ya ku jineke astengdar e diyar kir ku hebûna wê di pêşangehê de bi armanca parvekirina berhemên xwe yên cur be cur e û wiha axivî: "Ez dixwazim, ji mêvanên pêşangehê re ragihînim ku jinên astengdar di pêşketina civakê de xwedî roleke mezin in. Hêvîdar im, berhemên jinên astengdar destekê bibînin. Ev proje ji bo carekê tê fînansekirin û ev yek li pêşiya pêşketinê astengî ye."
"Ez ê di demek pir nêzîk de li ser projeyek taybet bixebitim"
Safa Ebû Gilyon ku di sêwirana moda û çêkirina cilan de dixebite, got ku ew beşdarî pêşangehê bûye ji bo tiştên wê bi destê xwe çêkiriye bifroşe û wiha lê zêde kir: "Min hejmarek jin fêrî çêkirina cilan kir. Ez ê di demek pir nêzîk de tevî lawaziya bazara kar, li ser projeyek taybet bixebitim. Em ji ber nebûna makîneyên guncaw ji bo dirûtinê û utîkirinê û hin madeyên xam, ji bilî qutkirina berdewam a elektrîkê pir zehmetiyan dikşînin."