“Her tişt bi destê jinê wetedar dibe”

Jinên navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê ku heya vê kêliyê parastina çanda xwe dikin wiha gotin: "Me di demên berê de ji bo hewcedariya me bi tu kesî tunebe her tişt bi xwe çêdikir. Weke jinên Kurd pêwîst e her dem xwedî li çanda xwe derkevin û ji dijmin biparêzin."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Her civakek bi çanda xwe tê naskirin lewre jinên Kurd heya roja îro bi çoş û meraqên xwe çanda xwe diparêzin. Jinên Kurd rastî gelek cureyên tundiyê hatine, tevî vê yekê jî xwedî li çanda xwe derketine û wê ji qirkirinê parastine. Dewleta tirk û çeteyên wê hewl didin çanda gelê Kurd dagir û tune bikin lê bi saya jinên Kurd nikarin armancên xwe bibin serî. Dema çeteyên bi navên cur be cur Kantona Şehbayê dagir kirin gelek talan çêbû. Jinen navçeya Ehrezê ya Şehbayê yên ku bi cilên xwe yên folklorî  û kevneşopiyên xwe tên naskirin, çanda xwe ji çeteyan parastin. Qet bi kapîtalîzmê bi bandor nebûn û heya roja îro jî jin û ciwanên Ehrezê cilên xwe yên folklorî li xwe dikin û xwedî li çanda xwe derdikevin. Têkildarî mijarê jinên navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê li ser çanda xwe ji me re axivîn.
"Dema dawet çêdibûn mêvan sê rojan li mala mirovên zava diman"
Nazê Îsa Xirfen a 50 salî ji navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê anî ziman ku çanda wan ji çandên derdora wan cuda ye û wiha got: "Jinên navçeya Ehrezê di demên berê de ji bo ku hewcedariya wan bi tu kesî tunebe her tişt bi xwe çêdikirin. Dema dawet çêdibûn mêvan sê rojan li cem malên mirovên zava diman da ku alîkariya wan bikin. Hezkirin û wekheviyek mezin di nava civaka berê de hebû. Heya roja îro em xwedî li çand û zimanê xwe yê dayikê derdikevin û ji dijmin diparêzin. Di çanda me de em xortên xwe bi keçên Ereb re dizewicînin lê em keçên xwe bi xortên Ereb re nazewicînin. Di demên dawî de me keçên xwe bi xortên Efrînî re dizewicandin. Di demsala zivistanê de jinan li malan xwe bê kar nedihiştin û demên xwe bi çêkirina tiştên destan, tijî dikirin."
“Em ê her dem xwedî li çanda xwe derbikevin û ji dijimin biparêzin”
Nazê Îsa Xirfan got ku ew di demsala havînî de bexçeyan ji xwe re çêdikin û wih pê de çû: "Dema sebzeyên ku me bi destên xwe çandibûn digihîjin me dest bi çêkirina mûneta zivistanê dikir. Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî kantona Şehbayê kirin, gelek tiştên me yên kevnar dizîn û li deverên din firotin. Em weke jinên Kurd pêwîst e her dem xwedî li çanda xwe derkevin û ji dijmin biparêzin. Her tişt bi destên jinan wetedar û xweştir dibe."
"Di demên berê de me her tiştê girêdayî çanda Kurdî dizanibû"
Asya Kose ya 57 salî dayika 10 zarokan e destnîşan kir ku beriya dayika wê jiyana xwe ji dest bide zayîna hemû zarokên navçeyê bi destên wê çêdibûn û wiha pê de çû: “Dema ku ez ji Helebê hatim û derbasî navçeya Ehrezê bûm agahiyên min li ser çanda wan tunebûn, hêdî hêdî fêrî her tiştî bûm. Carekê dayika hevjînê min got ku em ê pez biqusînin lê di wê demê de min nizanibû wateya wê çi ye piştre ez fêr bûm. Her wiha me hirî dikir doşek ji ber ku di wê demê de isifinc tunebûn, niha her kes isfincan bi kar tînin tevî ku ji bo tendirustiya mirov qet nebaş e. Di demên berê de me her tiştê girêdayî çanda Kurdî dizanibû. Me rûn çêdikir. Di demsala zivistanê de her tişt di mal de hebû û hewcedariya me bi tiştên derve tunebû. Dayika min bi karê çolê re mijûl dibû."