Li Til Temirê şevbihurka dengbêjiyê

Bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Temir dayikan şevbihêrkek li dar xistin.

Hesekê- Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Kongreya Star a navçeya Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Dayikên Aştiyê li navenda Kongreya Star a navçeyê şevbihêrkek li dar xistin. Dayikên aştiyê ku heman wextê jî ji dayik û xwişkên gerîla pêk tên, li dora landikê kom bûn û kilamên dengbêjiyê gotin.

"Dayikên Aştiyê stûna şoreşê ne, em jî bi Rêberê xwe hene û em ê hebin"

Di heman wextê de jî Dayika Ş.Jînda Hemdiya Kûtê rojbûna Rêberê xwe pîroz kir û ev roj wiha pênase kir: "Ji me re tiştekî pir bi nirx e ku Rêber Ocalan hemû xulek, kêlî, saet, roj, meh û salên xwe xist xizmeta gelê Kurd û têkoşîneke demdirêj da meşandin û heya niha jî meşa  ber bi azadiyê ve didome. Em jî wekî dayikên aîtiyê, şehîdan û gerîla û şervanan soza ku bi rêberê xwe re daye ji bîr nakin û em gavan jî şûnde navêjin, ji ber ku îro em jî stûna vê şoreşê ne. Roja 4'ê Nîsanê ji me re rojeke dîrokî ye ku me tê de çarenûsa xwe wekî gelê Kurd nas kiriye. Em minetdarên serokê xwe ne ku îro derfetek wekî vê da jinan li dijî koletiyê serî hildidin û li hember desthilatdariyê têdikoşin."

Dayika Ş.Bahoz Çinar Salih jî wiha got: "Îro em deyndarên rêber Ocalan in ku hemû salên xwe kir xizmeta me û gelê me. Ji ber ku kombûna jinan a îro li ser asta herêmê û Kurdistanê jî hemû bi saya Rêber Ocalan e. Ji lewre divê ku em jî weke dayik hemû tiştên dikevin ser milên me pêk bînin û piştgiriyê bidin vê şoreşê heya ku em rêberê xwe di nav xwe de bibînin."

Paşê her dayikê li gorî bandora ku Rêber Ocalan li wan, zarok û gelê wan kiriye hestên xwe anîn ziman. Dayikan jî roja ku Rêber Ocalan hatiye dîlgirtin û heya roja îro çi bûye û çi qawimiye, li ser planên komplogeran şîrove kirin.

Dayikan bi hejandina landikê û lorandinê şevbihêrka xwe bi dawî kirin.