Peyam bi destrengîniya xwe hunerên xweşik derdixe

Peyam Hesen ji bo nexweşiya xwe nefikire destrengîniya xwe ya hunerî pêş dixe û gelek berhemên xweşik bi destan çêkiriye.

HAWJÎN ŞUKIR

Germiyan - Peyam Hesen a 25 salî ji ber nexweşiya dil û nefestengî nekarî xwendina xwe dewam bike. Nexweşiya tu caran ew bê hêvî nekir û bi destrengîniya xwe dest bi karê dest kir. Beriya dest bi karê dest bike hertim ji bo tedawiyê diçû Hindistanê, da ku rojên xwe derbaz bike dest bi çêkirina karê dest kir û heta niha berdewam dike.

Peyam Hesen di derbarê karê xwe de got: “Ger tendirustiya min baş bibe dikarim hîn zêdetir kar bikim. Dema ku li Kelarê pêşangeh tê vekirin ez jî karê destê xwe li wêderê nîşan didim.”