Li Sîne ji jinan pêşangeha hunera destan

Jinan hunerê xwe bi tevna çanda erdnîgariya xwe re tevî yek kirin û berhemên derketin holê li Sîne hat pêşandan.

HİMA RAD

Sîne- Sîne (Senandaj) ku wek "paytexta Newrozê" hat îlankirin, bi hunera destan a jinan re navdariya xwe diparêze. Jinên kedkar ên ku mehfûrên rengîn, cil û bergên herêmî, laçik, şapik û berhemên rojane tên bikaranîn çêdikin, bi hevdîtina li ser heman banî hunera xwe pêşkeş dikin. Em ji bo we li pêşangeha hunerê destê jinan geriyan.

Pêşangeh bi qasî xemla xwe ya rengîn, ji aliyê motîfên xwe yên çandî ve jî balê dikişîne. Rêvebera Kooperatîfa Pir bi Armanc Kanala Hunerên Destan û yek ji organîzatorên pêşangehê Zehra Menbarî jî diyar kir ku bi salan e ji bo jin berhemên xwe yên destan nîşan bidin xebatên bi vî rengî li dar dixin û destnîşan kir ku ew du salên dawî bi awayekî rêxistinkirî vê yekê dikin. Zehra Menbarî wiha got: “Piraniya jinên li vê derê serê malên xwe ne, yanî jinên ku debara mala xwe dikin û hemû barê malên xwe didin ser milê xwe. Em dixwazin navûdengê pêşangeha me belav bibe û em dixwazin ev hemû jinên hewcedar û xwedî huner jiyana xwe qezenç bikin.”

Vîtrayên xwe pêşkêş dike

Sîrva Roşanî ku yek ji kesên tevlî pêşangehê bû jî wiha got: “Bi rastî ev pêşangehek Newrozê ye. Hema bêje her sal em di van deman de pêşangehan vedikin. Bi salan e ez li ser hunera vîtray dixebitim û dikarim bi organîzasyonên wiha re pêş dikim û berhemên xwe bigihînim mişteriyan.” Sîrva Roşanî, anî ziman ku bi salan e li ser hunera destan dixebite û ji bo ku di hunera xwe de pêş bikeve bi navên wek Şoleh Azamî û Leyla Barzegar re xebitiye.

Ji ber destê jinan heta pêşangehê

Dema em bala xwe didin xebatên axşeb em bi Bahareh Dehghan re tên cem hev. Bahareh Dehghan dibêje ew bi hevserê xwe Nasir Mohamad Moradî re hatiye vir. Bahareh Dehghan diyar dike ku ew bi xwe xebatan xwe dike, lê ji hevserê xwe jî piştgirîyek mezin distîne.

Du xuşk Kimia û Şîma Salahiyan bi hev re beşdarî pêşangehê bûne. Kîmia Selahiyan Newroza hemûyan pîroz kir û hêviya salek keyfxweş kir û wiha diaxivê: “Ez û xwişka xwe Şîma Selahiyan ev çend sal in em vî karê ku beşek jü hunera destane çêdikin û em bûn xwediyê sertîfîka. Planên me hene ku ji bilî Sîne beşdarî pêşangehên din jî bibin.”

Dema mirov ji pêşangehê derdikeve dibîne ku hemû dewlemendiyên herêmê di bin banêk de kom dibin, lê ya herî girîng jî cihê serbilindiyê ku hemû berhem ji destên jinan derketine.