Mijara şanoya “El Tarha” li ser zewaca temenê biçuke

Şanoya "El Tarha" ya doza zewaca temenê biçuk dike li Filistînê hat nîqaşkirin û daxwaza sererastkirin û yekirina yasayên di navbera Şerîeya Rojava û Zîvala Xezayê de hate kirin.

REFÎF ESLÎM

Xeza - Şanoya "El-Tarha" ku tê wateya kilîl doza zewaca temenê biçuk dike li Filistînê hat nîqaşkirin ku têde gelek peyam hatin dayîn bi taybetî jî mafên jinan ê jîngeheke ewel ya civakî û yasayî heye. Di berdewamiya çalakiyên 8’ê Adarê de Komeleya Şanonya Bodûr a Çand û Hûnerê ya Xezayê di 30 xulekan de şanoyek bi navê "El-Tarha" pêşkêşkir. Ji bo gotûbêja  doza zewaca temenê biçuk û bandorên wê yên neyînî li ser zarokên keç û malbata wan li ser pêşiniyarên Heyva Sor li Zîvala Xezayê hat nîşandan.

"Jinên Filistînî ji bo Malbat û welatê xwe gelek tişt kirin "

Endama Serkerteriya Giştî ya Yekîtiya Jinên Filistînê Kemal Hemad ji ajansa me re têkildarî xebatên wan nirxandin kir û diyar kir ku şano bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate pêşandan û wiha lêzede kir: “Ji bo gihandina çend peyaman ji civaka Filistînî re, bi taybetî ku jinên Filistînî ji bo welatê xwe û malbata xwe gelek ked daye. Ji ber wê jî maf kirine ku jîngeheke civakî ya ewle û yasayî ji bo wan hebe. Ev yek li ser perdeya şanoyê jî bi daxwaza sererastkirin û yek kirina yasayan di nabvera  Kenara Rojava û Zîvala Xezayê û danîna yasaya malbatê peyamên giring dan.”

Kemal Hemdan bang li hemû jinên ciwan kir û got ku pêşkêşkirina şanoyên bandoreke erênî li ser civakê dike û wiha got: “Her çend hindik be jî berdewam bikin û hewlên xwe yên guhertinê bidomînin da ku jîngeheke qanûnî ji wan re peyda bikin. Pirsgirêkên jinan bi gelek awayan têne gotûbêj kirin lê riya herî sereke di serî de hunera pilastîkî, lîstikvanî, stranbêjî û hemû warên çandê ku dikarin daxwazên xwe bi dest bixin û bi vî awayî rê didin ku jin bi awayek wekhev beşdarî xebatên civakî bibin.”

"Divê qanûn werin sererast kirin"

Endama Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Jinên Filistînî Fewziya Cûdeh jî da zanîn ku jinên ciwan beşek ji pirsgirêkên jinan li ser dikê zindî kirin û wiha domand: "Bi pêşandaneke ku hewl dide xwe bighîne hemû çand û tebeqeyên civakê, di pêşengehê de hin qanûnên ku divê bên sererastkirin di nav wan de zewaca temenê biçuk jî hat pêşkêşkirin. Mafê temamkirina xwendinê ji bo bidestxistina azadiya kesayetî da ku jin jî hay ji zordestiyê hebe û ew li guhertinê bigerin û her wiha mêr jî beşeke ji sîstema guhertinê ye."

"Di şanoyê de li ser rola jinan dixebitin"

Derhênera Şanoyê Manal Barakat jî ragihand ku Bodour Şanoya Femînîst a yekemîn ku li ser pirsgirêkên jinan disekine gelek ji wan li ser dikê tên pêşkêşkirin û wiha berdewamkir: "Ji ber ku berê tundiya li ser jinan û pêwîstiya perwerdehiyê û gelek dozê din hatin nîqaş kirin. El-Terha di çarçoveya çalakiyên meha Adarê de tê ku têde rola jinan di xebatên şanoyê de zêde dibe ku ji çarçoveya kevneşopiyan derkeve, di vê dozê de têne nîqaş kirin. Ji aliyê jinan ve pêşkêşî ji jinan re têne pêşkêşkirin da ku kapastîyên kadroyên jin ên ji bo gihandina peyamê bi navgîniya herî nêzî temaşevan nîşan bide."

 "Divê dayik di temamkirina perwerda keçên xwe de piştgirî bidin"

fedwa Codah jî ragihan ku wê  karaktera dayikê ya di lîstka şanoye de cih girtibû xwest ku bi rola xwe peyamekê bide û wiha pêde çû: "Divê dayik di temamkirina perwerdehiya keçên xwe de piştgirî bidin û bersivê bidin zextên ku wan dilgiran dike bi taybet dema ku di malbatê de mêrek serdet hebe. Her wiha heta ku keçik xwedî perwerdeyeke saxlem be û maf û erkên xwe bizaninbe û mafên wê yên ku beşa zanîngehê ya ku dixwaze bixwîne hilbijêre axaftina civakê ne girînge."

 "Mijara zewacê wê bihêle ew bi xwe biryara xwe bide"

Hana Ebû Attaya jî got ku wê di şanoyê de rola keça temen biçuk girtibû û peyama ku ew dixwaze bide ewe ku mafên keçên xwe yên perwerdehiyê biparêze û derfet çêkin ku biçin zanîngehê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Divê di mijara zewacê de bihêle ku bi xwe biryara xwe bide. Zarokên keç ê yên zewicîne dema ku bêmafî jî li wan tên kirin ji neçarî dipejirînin heta ku tê rewşa êdî nema tehmul dikin vêcarê jî yan bi berdanê yan jî bi rewşên cuda bidawî dibe. Ji ber wê jî divê pêşî li zewaca temenê biçuk bê girtin.”

"Mafê keçikê heye ku bi xwe biryara jiyana xwe bide "

Henîn Hemdan got ku ji bo wê zehmet bû ku cara yekem rola xortekî bi cih bîne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Xwesteka min ya gihandina peyamê bû sedem ku ez hewl bidim ku serweriya wê bikim. Ji ber ku ez di wê baweriyê de bûm ku xort di bin kontrola kar û baran de ye. Windabûna keçikê hizireke kevn e ku divê bi dawî bibe, nemaze dema ku wî xortî bi zor dibistana navîn qedandiye, mafê keçikê heye ku biryarê li ser çarenûsa xwe bide di xwendin û zewacê de bê cudahî.”

 "Min xwest peyamekê bidim dayikan da ku paşeroja keçên xwe biparêzin"

Walaa Ebu Attaya jî anî ziman ku wê di şanoyê de rola cîranek otorîter lîst ku destwerdana nepeniya cîranan dike û wiha berdewam kir: "Dema ku ew kes bi rastiya gelek zarokên keç ku hatine zewicandin re dijî, ew zarokên keç zewicîn û paşê vegeriyan malbatên xwe, piştî ku ji hev cuda bûn li malbatên xwe vedigerin. Min xwest peyamekê bidim dayikan ku ew ji van serpêhatiyan sûd werdigirin da ku paşeroja keçên xwe ji windabûnê biparêzin,  nemaze ku gelek ji van keçan hê jî li dadgehan ne.”