Li Sine danasîna pirtûka “Eşqa min hevjîna xwe hebû”

Pirtûka nivîskar Vîda Qadir ya bi navê “Eşqa min jîna hemûyane” li pirtukxaneya bajarê Sine bi çalakiyek hunerî hate nasîn û beşdaran li ser naveroka pirtukê niqaş kirin.

Pirtûka nivîskar Vîda Qadir ya bi navê “Eşqa min hevjîna xwe hebû” li pirtukxaneya bajarê Sine bi çalakiyek hunerî hate nasîn û beşdaran li ser naveroka pirtukê niqaş kirin.
HÎMA RAD
Sine- Pirtûka nivîskar Vîda Qadir ya bi navê “Eşqa min hevjîna xwe hebû” li pirtukxaneya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyek hunerî hate nasîn. Di çalakiya hunerî ya gelek wêje hez beşdarbûn de li ser naveroka pirtukê niqaş hat kirin. Ji wêjevanên beşdarî danasîna pirtûkê bû Xatire Mehemed jî nirxandinên giring kir. Nivîskar di vê pirtûka xwe de xwestiye balê bikêşe li ser rewşa jinan û bi naverokek dewlemend bûyerên bandorê li jinan dike daye dîtin.
"Ger jinê karîbûya bi azadî fikrê xwe binivîse"
Wêjevan Xatire Mehemed wiha behsa naveroka pirtûkê kir: “Dema ku navê çîrokê tê guhê mirov, mirovan ber bi aliyê helbest, çîrok û şanoyê ve dibe. Dema ku peyv kom dibin çîrok awên digre û çavên mirov tejî rondik dibe. Ger cîhan yek reng û têgiştina wê yekbûya wê demê wê fikrê jinê jî azad bûya û bi kariba bi fikrê xwe nêrînên xwe aniba ziman.”
 "Di edebyatê de rol ji bo jinan nehatiye dayîn"
Bajdarvan Nîna Kerîm jî di derbarê çîroka pirtûka Vîda de wiha axivî: “Mijara bejdarbûna jina di edebyatê de digihe demê berê, ji ber civak bi nêrîna mêrsalarî tê meşandin, ji bo wê jî ew rola dane jinan ewe ku nikarin bi awayek azad fikrê xwe binîn ser ziman û eve yeke ji ji bo jinan ne hêsane.”
"Çîroka min behsa pirsgirkên civakê û mijarên jinê dike"
Nivîsakr Vîda Qadir diyar kir ku wê di naveroka pirtûka xwe ya bi navê “Eşqa min hevjîna xwe hebû” de çîroka jinek di nava civakê de girtiye dest ku êşa rojane ya wê di nava civakê de kuştina jinan û desthilatdariya mêrsalarî ye û ev tişt anî ziman: “Nêzî 6-7 sale ez karê werger û nivîsê dikim. Ev pirtûka min ji 10 çîrokan pêkhatiye ku gelek ji wan kurte çîrokin. Çîrokek tenê behsa mêran dike, eve jî wê xwêner biryar bidin ka çawan bûye. Çîroka min behsa pirsgirkên civakê û mijarên jinê dikin. Ji derveyî vê pirtûkê çar pirtûkên min ên dinê jî ji zimanê Farisî wergerî zimanê Kurdî hatine kirin.”