Deqên destê Biharê nîşaneyên çanda kevnare ne

Bihar Salih a di temenê biçukî de li ser dest û lingê xwe deq çêkiriye û dibêje: “Wê demê jinên ciwan hemûyan deq çêdikir lê niha weke çandek kevin li deqan meyze dikin.”

ASUDE MEHEMED
Şarezûr - Çêkirina deqan li Rojhilata Navîn yek ji kevneşopiyên herî kevne di nava jinan de belav bûye. Jin gelek giringî didin deqan û weke nexşek ciwankariyê di demên kevin de jinên Kurd jî bi kardianîn, niha jî weke kevneşopiya ciwaniya Kurdewarî maye. 
Bahar Salih a 53 salî ji bajaroka Seyîdsadiqe, di temenê ciwantiyê de weke gelek jinan ji bo ciwaniyê deq çêkiriye û heta niha jî ew deqên li destê wê dimîne, di derbarê çêkrina deqan de wiha dibêje: “Deq çêkirin ji bo me gelek ciwan bû, me hemûyan li ser dest, ling û ruyê xwe deqên weke heyîv, stêr, nivis û gelek şeklên din çêdikir. Her kesê ku keç hebûya şirê dayika xwe li gel rejiyê têkel dikir û bi derziyê li leşê xwe dida, ev lêdan xwin jê dihat heta roja dinê şeklê wê gelek ciwan çêdibû. Di wê demê de ji bo me gelek ciwan bû. Niha hinek hene tenê deqên mehane çêdikin yan jî deqên xwe jê dibin. Deq nişaneya ciwaniyê bû niha jî berbi tunebûnê ve diçe û weke çandek kevin lê tê meyzekirin.”