"Bi riya dirûtina cilên folklorî çanda xwe ji dagirkeran diparêzim"

Jina Efrînî Wehîda Sîdo ku ev 40 salin dirûtina cil û bergên folklorî dike got ku pêwîste hemû jin xwedî li meraqên xwe derbikevin û çanda xwe ji dagirkeran biparêzin.

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba- Jin afirîner in û di her karê ku didin meşandin de neqşeyeke pîroz û taybet ava dikin. Di demên berê de desthilatdarî li ser jinan dihate kirin û nikarîbûn tu kar bi dilê xwe bikin, lê bi derketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re êdî derfet li pêş jinan hate vekirin ku bi rehetî bixebitin û hemû xwestekên xwe pêkbînin. Ji jinên ku xwedî li çand, hizir û meraqên xwe derketiye Wîdad Sîdo ya 55 salî ji gundê Xaziyana ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê ye ku ji 15 saliya xwe ve cil û bergên folklorî didrû. Têkildarî mijarê Wîdad Sîdo li ser karê xwe ji me re axivî. 

"Ev 40 salin ez cilên folklorî didrûm"

Wîdad Sîdo anî ziman ku tevî ew ji cih û warên xwe koçberbûne jî lê wê dev ji karê xwe yê dirûtinê berneda û wiha domand: "Ev 40 salin ez cilên folklorî didrûm. Beriya ku Efrîn were dagirkirin min gelek jinên ciwan fêrî dirtûna cilan dikir. Ger mirov ne xwedî meraqekî mezin be qet nikarî fêrî karê dirûtinê bibe. Ji zaroktiyê de min pir ji dirûtina cilan hez dikir. Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn me berê xwe da kantona Şehbayê. Derfetên kar li Şehbayê pir kêm bûn, min bi derfetên heyî careke din dest bi karê xwe yê dirûtinê kir. Bi riya dirûtina cilên folklorî canda xwe ji dagirkeran diparêzim. Cilên folklorî di civakê de pir tên hezkirin."

"Ji ber ku ez pir ji vî karî hez dikim ez qet zehmetiyê nabînim"

Wîdad Sîdo diyar kir ku nasameya jinên Efrînê cilên wan ê folklorî ye û wiha lê zêde kir: "Hindek kes dirûtina cilên folklorî zehmet dibînin, lê ji ber ku ez pir ji vî karî hez dikim ez qet zehmetiyê nabînim. Gelek caran min qumaş û ta û derzî dibir û li bin darek beyîfan rûdiniştim û min xwe fêrî dirûtinê dikir. Piraniya jinên ciwan ên Efrînê ji cilên kapîtalîzê dûrin, ji ber ku pir ji cilên xwe yê folklorî hez dikin. Ez her dem ji hevjînê xwe re dibêjim ku ger ez karê xwe berdewam nekim ez ê nexweş bibim. Heya ku ez jiyan dikim ez ê karê dirûtina cilên folklorî bikim."

 “Pêwîste hemû jin xwedî li meraqê xwe derbikevin”

Wîdad Sîdo wiha wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li meraqên xwe derbikevin. Bi riya şerê tayber dixwazin çand me qir bikin. Ez ji hemû jinên Kurd daxwaz dikim ku çanda xwe ji dagirkeran biparêzin.