Li Mexmûrê pêşangeha hûnerên destan

14’ emîn Mêhrîcana 4’ê Nîsanê ku ji aliyê qada perwerdê ve tê amadekirin bi vekirina pêşangehê berdewam dike.

Mexmûr- 14’emîn Mêhrîcana 4’ê Nîsanê ya çand û werzîşê ya wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji aliyê qada perwerdê ve her sal tê organîzekirin, îsal di 21’ê Sibatê de bi turnovaya futbolê destpêkir û bi vekirina pêşangehê berdewam dike.

Di pêşangehê de berhemên xwendevanan ên rengareng hene. Ji berhemên wan ê hunerî ku herî zêde balkêş malên bi axê hatine çêkirin rastî eleqeyek mezin hat. Beşek  ji pêşangehê jî ji bo xwendevanên Navenda Hêvî hatiye veqetandin.

Hêjayî bi bîr xistin ye wê pêşangeh heta roja 4’ê Nîsanê dê ji dîdaran re vekirî be.