Li Helepçeyê 2’emîn Festîvala Goran a şanoyê destpê kir

2’emîn Festvala Goran a şanoyê li Helepçe bi beşdarbûna 21 dibistanên ku 19 ji wan dibistanên zarokên keç in destpê kir û wê çar rojan berdewam bike.

Helepçe-  Îro li Helebce bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî 2’emîn Festîvala Goran ya ji bo şanoyê dest pê kir û wê çar rojan berdewam bike. Di roja destpêkê de parêzger, qeymeqam û rêveberên perwerdeya Helepçe bejdar bûn, jin bi şanoya Keçên Mûzexaneyê tevlî bûn û her wiha xwendekar jî bi meşekê tevlî festîvalê bûn. Wê di festîfalê de di nava çar rojan de 21 şano li hola Dibistana Amadeyî ya Kîmyabaranê û Peymangeha Hunerên ciwan werin pêşandan.

Festîval bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre çalakiyên du baxçeyên Sawayan hate nîşandan.

“Şano behsa pirsgirêkên jinan dike”

Derhêner Soze Hemîd derbarê festîvalê de ji ajansa me re axivî. Soze Hemîd da zanîn ku ji sala 2019’an ve ev festîval tê lidarxistin û wiha got: “Ev mehek e em amadekariyên vê festîfalê dikin. Ev dûyemîn festîfala Goran ya ji bo şanoyê ye ku em li dardixin. Ya yekem di sala 2019’an de hat li darxistin, lê belê ji ber qeyran û nexweşiya koronayê me nekarî em berdewam bikin. Em îsal dûyemîn festîvala şanoyê lidardixin. Di nav 21 dibîstanan de tenê du dibîstan kûr in, yên din hemû xwendevanên keç in. Şanoya min behsa jiyana jinan dike û ew pirsgirêkên ku jin rastî tên radixe ber çavan.”

Derhêner Bêrîvan Xazî ya ku bi şanoyekê beşdarî festîfalê bûye da zanîn ku şanoya wê jî behsa di temenê ciwan de pêwistiyên dinyaya rast û rola dîtin û fêmkirina dinyaya niha dike.

Wê çar rojan berdewam bike

Dûyemîn festîfala Goran ya ji bo şanoyê bi diruşma ‘şano ji bo civakek rewşenbîr û azad’ îro destpêkir û wê çar rojan berdewam bike, zêdeyî 170 hunermend û 21 dibistanên Helepçe bejdarî festîfalê bûn û di nava çar rojan de wê 21 şano li hola Dibistana Amadeyî ya Kîmyabaranê û Peymangeha Hunerên ciwan werin pêşandan.