Li Helebê mihrîcana Şehîd Berçem di roja xwe ya yekem de destpêkir

Bi pêşengtiya Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Suriyê di bin navê "Hebûn şerê hebûna azadiyê ye" yekemîn mihrîcana jin a Şehîd Berçem di roja xwe ye yekem de li Helebê destpêkir.

Heleb – Bi pêşengtiya Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Suriyê di 13'ê Tebaxê danê êvarê de di bin navê "Hebûn şerê hebûna azadiyê ye" yekemîn mihrîcana jin a Şehîd Berçem di roja xwe ye yekem de li Helebê dest pêkir. Bi hezaran kes di mehrîcanê de amede bûn. Di mehrîcanê de komên stranan û hunermend û koma bazdanê hebûn. mehrîcan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir piştre axaftina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarkirin.

Endama Tevgera Civaka Demokratîk a Bakûr û Rojhilata Sûriyê Zelal Ceger wiha got: "Silav û hezkirin ji keleha berxwedanê û qehramanên tekoşîna azadiyê re. Ev mehrîcan cara yekemîn e ku li ser asta Bakûr û Rojhilata sûriyê tê lidarxistin. Di kesayeta şehîd Berçem de em hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr tînin û em bejna xwe li hemberî wan ditewînin."

Di mehrîcanê de sinevîzyonek li ser jiyana şehîd Berçem hat pêşkêş kirin.

Dê mihrîcan îro û sibê berdewam bike.