Li dibîstana Rengîn festîfala çandî hat li darxistin

Li dibîstana Rengîn ya xwendekarên keç festîfala çanda Kurdî hat li darxistin. Bi şanoyekê bal hat kişandina li ser têkoşîna jinên Kurdistanê.

Silêmanî- Dûh dane êvarî, xwendekarên dibîstana keçan ya Rengîn festîfalek çanda Kurdî li darxsitin û di festîfalê de gelek berhemên hûnerî û şano bi cil û bergên Kurdî hat nîşan dan.

Di festîfalê de hemû xwendekar amade bûn û her wiha der barê festîfalê de gelek axaftin hat kirin, peyam hat dayîn û giringî bi zimanê Kurdî, netewa Kurdî hat dayîn. Bi awayê seminer  der barê ziman, erdnîgarî û parçekirina Kurdistanê û giringiya xaka Kurdistanê zanyarî ji bo xwendevanan hat dayîn.

Di festîfalê de der barê têkoşîna jinên Kurd li çar parçeyê Kurdistanê şanoyek bi navê ‘Du caran dû nabe çar, dibe yek’ ji aliyê xwendekaran ve hatibû amade kirin hat pêşkêşkirin. Têde heryek ji kesayetên Leyla Qasim, Jîna Emînî û Dîcle Ruhat û Leyla Zana cihê xwe girtin.