Koma Şehîd Delîla ya Mexmûrê ji bo 8’ê Adarê amadekariyên dawî dikin

Koma Şehîd Delîla ya stranan li wargeha penaberan a Mexmûrê ev nêzî mehekêye dest bi amadekariyên xwe yên roja 8’ê Adarê kirine, endama komê Helen Babat da diyarkirin ku koma wan bi coş û kelecanek mezin xwe ji bo roja 8’ê Adarê amade dikin.

HÊVÎDAR TALÎ
Mexmûr- Her sal roja 8’ê Adarê bi coşek mezin li wargeha penaberan a Mexmûrê tê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya îsal jî jinên wargeha penaberan Mexmûrê bi nêzbûna 8’ê Adarê re bi coş û kelacanek mezin dest bi amadekariyên cûr be cûr kirine. Komên jinan, ciwanan û zarokan ên di roja şahiya 8’ê Adarê de derbikevin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş bikin hîna mehek mayî dest bi amadekariyan kirine. Tevayî jinên wargehê dê beriya 8’ê Adarê bi cil û bergên xwe yên Kurdî li ber dengê stran û erbaneyan meşek girseyî li darbixin û roja 8’ê Adarê jî hemû gelê Mexmûrê berê xwe bidin cihên şahiyê. Dê gelek komên stran, govend û şano derkevin ser dikê. Koma Şehîd Delîla ya stranan ku ji çar keçên ciwan pêktê yek ji wan komame ku roja 8’ê Adarê derbikeve ser dikê û hunerên xwe pêşkêş bikin. Vê komê sê stranên li gora coşa 8’ê Adarê amadekiriye. Endama koma Şehîd Delîla Helen Babat di derbarê amadekariyên xwe de axivî.
“Sê stranên me yên taybet ser 8’ê Adarê hene”
 
Helen Babat bi bîr xist ku ev nêzî mehekêye dest bi amadekariyên xwe yên ji bo şahiya 8’ê Adarê kirine û dibêje: “Wek tê zanîn li pêşiya me meha Adarê heye, ez destpêkê li ser navê koma Şehîd Delîla roja 8’ê Adarê li hemû jinên kedkarên cîhanê, bi taybet li jinên Kurdîstanê û jinên wargeha Mexmûrê pîroz dikim. Van rojan em weke kom ji bo porovayên roja 8’ê Adarê li hev kom dibin, bi awayek rêk û pêk bejdarî pirovayên xwe dibin. Di bernameya meya em derbikevin li ser dikê de sê stranên me hene, koma me ji çar kesan pêktê dû ji wana sitranan dibêje yek ji me gitar lê dide yek jî saz li dide. Ji bo em xwe ji roja 8’ê Adarê re amade bikin em di nava coş û kelecanek mezin dene. Heta roja dawî ji emê piroveyên xwe bi awayekî rêk û pêk berdewam bikin, heta ku ji destê me were em xebat dikin da ku em wê rojê bi awayek herî coş û xweş pîroz bikin.”
“Amadekariyên me bi xweş derbaz dibe”
Helen Babat da zanîn ku stranên wan amadekirine li gora coşa 8’ê Adarê ne û wiha got: “8’ê Adarê ji bo jinan rojek gelek giringe, jin bi saya vê rojê dikare xwe îfade bike û şoreşa xwe mezin bikin. Amadekariyên me bi şêweyek xweş derbaz dibe, stranên ku me ji bo roja 8’ê Adarê amade kirine li gora coşa wê rojê me hilbijartiye, ez di wê baweriyê deme wê ev stran gelek bi keyfa gel be ji ber hem di aliyê wateyê de hem jî di aliyê keyfxweşî û coşê dejî watedarin. Herî dawî cardin ez dubare roja 8’ê Adarê li hemû jinên kedkarên cîhanê pîroz dikim.”