Jinên Kurd ên li dîasporayê wê di Festîvala Jin a Zîlanê de werin gel hev

Komîteya Amadekar pirsên me yên derbarê 16'emîn Festîvala Jinan a Zîlan ku li Ewropayê ji aliyê jinên Kurd ên li dîasporayê ve tê organîzekirin, bersivand. Li aliyê din dê jin di festîvalên li Elmanya û Fransayê de jî li hev bicivin.

SUHAM AKMAN

Navenda Nûçeyan - Têkoşîna azadiyê ya jinan ku sînoran derbas dike, berxwedan, yekîtî û têkoşîna li dîasporayê mezin dike. Li Ewropayê Jinên Kurd ên li dîasporayê ji sala 2004'an û vir ve di bin banê "Festîvala Jinan a Zîlan"de li hev dicivin.

Komîteya Amadekar a 16’emîn Festîvala Jinan a Zîlan pirsên me bersivand.

*Em ji serî de dest pê bikin. Îsal 16’emîn Festîval tê lidarxistin. Fikrê festîvalê çawa ava bû?

Festîvala yekem di 18’ê Hezirana 2004'an de pêk hat. Biryara festîvalê ji bo ku bi hêza jinê û bi keda jinê re rêxistinbûna jinê were xuyakirin û di vê wateyê de di warê jin hem di civakê de hem jî di nava pergalê de ji nû ve ji xwe re bi avakirina qadên azadiyê cih dîtina wê de, girîng bû.

*Ji bo we wate û girîngiya vê festîvala ku bi salan e tê lidarxistin çi ye, hûn dikarin qal bikin?

Ev festîval di xebatên jinan de xwedî cihekî girîng e. Girîng e ku ev festîval ji aliyê jinan ve ji bo jinan tê lidarxistin. Li gel vê ji bo jin di nav pergalê de rêxistinbûna xwe bibîne û bibîne ku di warê civakî, çandî, siyasî, perwerdehî û hûnerî de xebat dide meşandin û ji bo xwe gihandina hêza xwe jî pir girîng e. Ji ber ku hem ji aliyê sazî û hem jî ji aliyê xwe ve daxwaz û xwestekên xwe bi hêza derdixe holê û ji ber ronîkirina kedeye em girîngiyeke mezin didin festîvalê.

“Zîlan îradeya jinê temsîl dike”

*Navê “Zîlan” ji bo jinên Kurd ên li dîasporayê wateyek çawa hildigre?

Çawa ku têkoşîn û çalakiya Zîlan ji bo jinê pîvana welatparêziyê ye, di heman demê de jî wek jin hilweşandana nêrîna jinê ya ji aliyê civak û pergala ve li ser jinê hatiye ferzkirin e. Di vê wateyê de Zîlan îradeya jinê, xweseriya xwe û jina ku îade wê yê sembolîzê dike. Wekî ku di guhertin û veguhertina civakî ya jinê de xwedî gotine û vîna felsefeya jinê ya jiyanê û perspektîfa wê derdixe holê, di pîvana jinê de jî temsîlata xetek azadiyê ye.

Hûn ji destpêka rêxistinbûna ve heta niha, di organîzekirina festîvalê de tu carî rastî zehmetî û astengiyan hatin?

Na. Çawa ku di pîvana jinê de tu pirsgirêk nehat jiyîn, hin zêdetir di warê xwedî derketinê de pêşdebir bû. Em dizanin ku pergal çawa dest digre. Lê belê Zîlan baş dizane ku ew felsefeya jiyana me jinan e. Em ji aliyê xwe ve mîrateya ku heval Zîlan ji me re hiştiye bi înadî didin jiyîn. Armanca me ew e ku em wê dewrê nifşên pêşerojê bikin û nemir bikin.

Têkoşîna jinên Kurd belav bû

* Li Ewropayê wateya festîvaleke wiha çi ye? Tevlîbûn, fikir û ramanên jinên Ewropayê çi bû?

Pir girîng e ku em mîrateya ku heval Zîlan ji me re hiştiye xwedî derbikevin û rêxistinbûna jinan ya li dora vê nirxê pêk binîn. Di vê wateyê de bi esasbûna beşdarbûna rêxistinên jinan ên biyanî yên ji derdorên cuda û welatê ku em lê dijîn re girîng bû. Em bi perspektîfa danasîna têkoşîna jinên Kurd û vîna jinê veguherandina têkoşînekê hevpar nêzî yekemîn festîvalê bûn. Wekî di eksena Festîvala Zîlan a ku em bi salan e li dar dixin de, ev yek bi rola jinê ya di berxwedana Kobanê de gihişt astek gerdûnî. Wekî bi dîtina van rojan nêzîkatî û perspektîfa ku me di şexsê heval Zîlan de pêkanî, encam girt, hesabên pergalê yên li ser jinan ya di roja me ya îroyîn de jî vala derxist.

“Em hemû bi hev re li berxwe bidin”

* Hûn dikarin behsa naveroka festîvalê bikin? Dê kî cih bigrin? Îsal çi hene, tê plankirin ku heta kengê bidome?

Weke ku hûn jî dizanin ew du salên dawî ji ber şewbe me nekarî festîvala xwe li dar bixin. Ji ber vê yekê îsal ji bo me girîng e. Em amadekariyên xwe dikin. Pêvajoya şewbê ew derxist holê; her çend tê gotin ku ev pergal di qada hiqûqî û civakî de ji bo jinan azadî afirandiye jî, me dît ku bi rastî ne wisa ye. Di van 2 salên dawî de bi sedan jin hatin qetilkirin û bi hezaran jin vegotin ku rastî tundiyê hatine. Çawa ku şewb nêzîkatiya pergalê ya li hemberî jinê deşîfre kir, zincîrên koletiyê ya jinê a nedîber, da xuya kirin. Di vê wateyê de ev festîvala me ji bo jinan hevditînek mezin û nîşaneya rêxistinbûna wan e.

Li aliyê din di bin siya şerê Ûkraynayê de li Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin û ev yek jî bi taybet jinan li ser gelê Kurd qirkirinê ferz dike. Dê festîvala me jî bersivek van hemûyan hebe. Em ê di festîvalê de daxwaza xwe diyar bikin ku em tu carî vî şerî qebûl nakin û li dijî vê em ê bi bilindkirina têkoşîna xwe bersivê bidin. Em hemû jin û dostên xwe vedixwînin 16’emîn Festîvala Zîlan a îsal. Em bang dikin ku em ê li dijî van hîleyên qirêj ên ku hem yê pergal hem jî yê şer ya li jinan û civakan ferz dike, bi xurtkirina rêxistinbûna xwe bersiv bibin.

Di festîvala me de wekî ku dê hunermendên me yên ji 4 parçeyan derkevin ser dikê, gelek saziyên jinan jî dê konên xwe yên agahdarkirina xebatê xwe vekin. Jinên nivîskar hem dê pirtûkên xwe bidin nasîn hem jî bi xwînerên xwe re li hev bicivin. Komên muzîkê jinan yên ciyawaz dê derkevin ser dikê. Di vê wateyê de werin festîvala me ya îsal ya di eksana dirûşmeya “Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, azad bijî” de em hemû bi hev re li berxwe bidin, rêxistinbûna xwe hîn xurtir pêş bixin û ji bo jinan qadên azad ava bikin.

Jinên Kurd li Almanya û Fransayê wê werin gel hev

Jinên Kurd dê di festîvalên ku dawiya hefteyê li Frankfûrt a Elmanyayê û li paytexta Fransa Parîsê tên lidarxistin de li hev bicivin. Vê mehê, bi dirûşmeya “Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, azad bijî” re li gelek navendên Ewropayê ji bo jinên Kurd festîval tê lidarxistin. Starta festîvalê di 4'ê Hezîranê de ji aliyê TJK-Swêd ve li bajara Goteborgê hat dayîn.

Dê di 18’ê Hezîranê de li Frankfûrt û Parîsê bê lidarxistin

16’emîn Festîvala Jinan a Zîlan dê 18’ê Hezîranê roja Şemiyê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li navnîşana “Walther-von-Cronberg-Platz 4 60594 Frankfurt am Main” bê lidarxistin. 5’emîn Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) tê organîzekirin jî dê di 18’ê Hezîranê de bê lidarxistin. Jinan li herêma Parîs Val de Marne ku dê dawiya hefteyê bi rengê jinan were nuxumandin, li Parc Inderdepartementalê li hev bicivin. Festîvala Jinan a Zîlan ku her sal wek kevneşopî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Jiyan ve tê lidarxistin, îsal ya 17’emîn tê orgenize kirin. Amadekariyên festîvala ku dê di 26'ê Hezîranê de li Londona paytexta Îngilîstanê bê lidarxistin, hat qonaxa dawî. Festîvala ku wekî her sal dê îsal jî gelek çalakî cih bigre, dê li navnîşana “Navenda Civaka Kurd, 11 Gardens Portland, Harringay Ladder, London N4 1HU” were lidarxistin. Li Swîsreyê jî 9’emîn Festîvala Sakîne Cansiz, bi pêşengiya YJK-Swîsreyê û bi piştgiriya gelek sazî û rêxistinên wekî Women Defend Rojava, Frauen Lesben Kasama, FEDA, BASTA re, dê di 26'ê Hezîranê de bê lidarxistin.