Jinên ji Dêrazorê bi Aka çanda xwe diparêzin

Jinên ji Dêrazorê bi çêkirina rûnê Erebî û Aka ya dişibe rêbazekê mîna meşkê çanda xwe yê kevnar diparêzin.

KEWSER EL-JASÊM

Dêrazor - Çêkirina rûnê Erebî ya di Aka de ku dibişe mîna meşkê hîn li gelek herêmên Dêrazorê li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê maye. Jin bi çêkirina rûnê Erebî ya di Aka de çanda xwe ya kevnar diparêzin. Sûda El-Elî ya ji xelkê Dêrezorê ye di Aka de rûnê Erebî çêdike û dibêje ku jinên gundan ji berê de ronê Erebî çêdikin bi ev rêbaza kevin ku di gelek pêvajoyan re derbas dibe.

Çêkirina rûnê Erebî

Sûda El-Elî li ser şêwazê çêkirina mast an weke xelkê herêmê jê re dibêjin Xasir wiha dibêje: “Piştî em pez didoşin şîr dixin beroşeke mezin û 15 deqan germ dikin heta dikele. Piştre dixin qabên dîtir xemîre dixin nava şîr, heta sar dibe û piştî çend saetan dibe mast. Em xasir dixin nav Şecwa ku ji çermê pez hatiye çêkirin, weke toran hatî çêkirin stuyê xwe tenge. Paşê hinek ava sar dikinê ji bo rûn kom bibe û ji nav mast derkeve, piştre em pifî stûyê şecwa dikin weke balonan dibe û bi dezîkî girêdidin ji bo ba jê dernekeve. Bi du benan girê didin ji ser erdê radikin weke hêlekana dibe. Rûnê ji çelqandinê tê de kêm e, lewra em di nava çerm de kom dikin û dihêlin piştî çend rojan em pêvajoyên berê dubare dikin heta qasiyek baş ji rûn komdibe û bi agir dihelînin dibe rûnê Erebî.”

Çanda kevnar Aka

Ji bo çêkirina Aka, Sûda El-Elî wiha dibêje: “Destpêkê em çermê berxê an bizinê digirin paqij dikin dixin nava xwê ji bo bêhn nemîne. Ev pêvajo du rojan berdewam dike. Pişt re bi giyayên taybet zuha û hatî hêrandin tevî hinek av çerm boyax dikin. Piştre dixin bin erdê heta du hefteyan an zêdetir û her du sê rojan tê dubarekirin. Her carê giyayan dixin nava çerm û diqulibînin. Piştre wî çermî paqij dikin, zuha dikin û didûrin weke torekî mezin dibe, cihê lingên berxê jî tên dirûtin û cihê stu vekirî dihêlin rûn bi hinek hungiv an dimis dixinê.”