Jinên hunermend sembola hêz û lêgerîna azadiyê ne

Stranbêja ciwan Rehef Zilfo behsa jinên hunermend kir û got ku jinên hunermend bi hestên xwe yên hunerî xwedî bandor û nirxên hêja ne, îsrar û îradeya jinan dihêle ku hemû zehmetiyan derbas bikin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şoreşa Jinê re di tevahî qadan de hebûna xwe mîsoger kirin, di qada çandê de jî bûn xwedî azmûnên mezin û rêxistinbûna xwe ava kirin. Stranbêja ciwan Rehef Zilfo ya di xebatên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hûnerê de cih digre, li ser rêwîtî, armanc û xeyalên xwe yên avakirina orkestrayeke taybet ji jinan pêk tê, axivî.

‘Piştgiriya min a herî mezin dayika min e’

Rehef Zilfo qala rêwîtiya xwe ya ji zaroktiyê û piştgiriya dayika xwe kir û got: “Di zaroktiya xwe de ez ne di wê têgihîştinê de bûm ku stran çi ye yan jî hunermendî çi ye? Dayika min rê li ber min vekir bû sedem ez jêhatiniya xwe kifş bikim. Malbata min ji hemû aliyan ve bi min re bû alîkar û derfet ji min re pêşkêş kirin. Ev derfetên heyî bûn alîkar ku ez li derdora 8 salan di komeke xweser de li bajarê Amûdê cih bigrim. Xeyal û armancên min bi vê yekê nesekinîn, min berê xwe da fêrbûna amûrên muzîkê perwerdeyek pispor a bi deng li Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê. Heta niha jî ez di vê riyê de berdewam dikim û wekî endam di nava Tevgera Hîlala Zêrîn de cihê xwe digirim.”

‘Li ser stranên gelêrî û kevneşop meyla min heye’

Rehef Zilfo da zanîn ku meyla wê bêtir li ser stranên gelêrî û kevneşop e ku di berhemên wê de jî tê diyarkirin û wiha pê de çû: “Meyla min piranî li ser stranên gelêrî û kevneşop e. Her wiha ez gelek ji dengbêjiya resen û gotina kilaman hez dikim lê dengê min têrî nake ku ez bi dengekî bilind û çiyayî stranan bibêjim. Girêdaneke xurt a çand û dengan li tevahî cîhanê heye, em hewl didin di xebatên xwe de hemû reng û çandan bi hev re bihûnin bi çanda me ya folklorî re.”

‘Îsrar dihêle ku hemû zehmetî derbas bibin’

Rehef Zilfo destnîşan kir ku îsrar û îrade dihêle hemû zehmetî derbas bibin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema ku mirov karekî dike ango berhemek pêşkêş dike, wê hin kes bibin destek û hin jî li dijî te derkevin. Lewma pêwîst e ku însan xwedî îsrar be da ku hemû zehmetî û astengiyên li pêşiya xwe derbas bike. Mirov bixwaze nexwaze wê hîn jî di nav civakê de wê zihniyeta kevneşop ku li dijî jinan disekine, bibîne. Ji ber vê yekê pêdivî bi sekneke bihêz a jinan heye di nava civakê de, bi taybetî jinên xwedî jêhatinî û hobiyên cuda.”

 ‘Berhemên me ji bo şoreş û doza jinan e’

Rehef Zilfo bal kişand ser berhemên wan ji bo şoreş û doza jinan li her çar hêlên Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hestên jinên hunermend kûr û herikbar in, dema ku bûyerek diqewime di cih de muzîkê derdixe û bi derdora xwe hîs dike. Dema ku jinek rastî îşkenceyê were, tê bibînî ku jin şanoyek çêdike li ser heman mijarê ji bo ku civakê bi bandor bike ji hêla erênî ve, yan jî di govendê de senaryoyê diafirîne. Her stranek ku tê gotin, peyamek e û armancek jê heye û ev yek bi riya hunerê hêsantir e. Helbet wekî stranbêjên jin, ji bo şoreş û doza jinan me gelek berhem pêşkêş kirine. Ji bo gelek şehîd û lehengên şoreşa me ya Rojavayê Kurdistanê stran hatin çêkirin. Her wiha ji bo berxwedana gerîla ya li ser çiyayan klîp hatin çêkirin. Li her çar aliyên Kurdistanê doz û armanc heman e, em hemû wekî Kurd heman êşê dikşînin lewre dema em berhemek pêşkêş dikin, tevahî gelê Kurd digrin dest. Di heman demê de klîbên kurt ên folklorî jî tên çêkirin û hin xebatên din jî hene ku em hê jî li ser wan kar dikin.”

‘Piştgiriya me ji Şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê re’

Rehef Zilfo diyar kir ku şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê pir bi wate ye her wiha piştgiriya xwe ji vê şoreşê re teqez kir û got: “Ji bo şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi derfet û tiştên heyî em piştgiriya xwe pêşkêş dikin. Ji bo me ev şoreş pir bi wate ye, bi taybetî wekî jinên Kurd. Me xwest ku em wekî jinên ciwan berî her kes bi dengê xwe destek û pişgirî bidin şoreşa li Îran û Rojhilat, li ser vî esasî me klîbek bi navê Jîna Emînî derxist. Em dengê xwe tevî dengê jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin û dibêjin ku azadiya hemû jinan bi hev ve girêdayî ye.”

‘Ez ê rêwîtiya xwe ya hunerî her dem berdewam bikim’

Rehef Zilfo bi rêzkirina van xeyal û armancên xwe yên pêşerojê, wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Xewn û xeyalên min di nava hunerê de cih digrin, ez ê vê rêwîtiya xwe ya hunerî her dem berdewam bikim. Xeyalên min ji bo koma me ya Hîlala Zêrîn jî hene, armanca me ew e ku em di demên pêş de orkestraya jinan ava bikin da ku wekî jinên ciwan ên hunermend cihê xwe tê de bigrin. Peyama min jî ji bo tevahî jinan ew e ku li pey hêvî û armancên xwe bibezin û tu carî serî li pêşiya astengiyan netewînin.”