Jinên gundewarên Dêrezorê cilên folklorî diparêzin

Jinên Ereb ên li gundewarê Dêrezorê cil û bergên xwe yên folklorî diparêzin. Zarokên wan ên keç xwe fêrî lixwekirina cilên folklorî dikin da ku mîrata dê û dapîrên xwe zidîn bikin.

EMLÎ SELÛM

Dêrezor - Her herêmek adet, kevneşopî, cil û bergên xwe hene ku wê ji herêmên din cuda dike. Cil û bergên kevneşopî yên ji bo jinên ku ne zewicîne tenê cilekî rengîn e ku li ser wî abaye heye. Hebrî ku yek ji bingehên cilên folklorî li Dêrezorê tê dîtin û yek ji cil û bergên ku bi taybetî ji aliyê jinên temen mezin ve tê parastin e. Hebrî şalek e ku serî vedşêre ku tenê ru xuya dike ku jê re dibêjin taca jinên gundî, li dora serê xwe digerînin. Her çand demeke dirêj jê re hewce dike ku bi awayekî xweşik li dora serê mirov bê giredan jî biheskirin didin serê xwe. Zarokên keç ên temenê wan negihîştiye 15 saliyê ji dayikên xwe, fêrî pêçandina esbe ya li dora serî tê gerandin dikin.

"Hebrî me ya dapîrên me ye"

Yek ji jinên gundewarê Dêrezorê Ebîr Mihemed got ku gelek cure û rengên hebriyan heye ji wan jî rengê sor, spî û reş zêdetir tê karnîn û wiha domand: "Dîroka esbe vedigere serdema Ebasiyan li Dêrezorê û gelek navên wê li gorî herêmê jê re tê gotin hene, weke esbeya Dêrî, esbeya Îraqî, esbeya Reqayî û esbeya Heskawî. Lixwekirina Hebriyê jî mîrateya me ya dê û dapîrên me ye."

"Cil û bergên folklorî nasnameya jinên Firatê ye"

Endama Kombûna Jinên Zenûbiya Emîna Awad anî ziman ku cil û bergên folklorî yên jinên Ereb li Dêrezorê ji abaye ku jê re dibêjin zebûn û hebiyê pêk tê û wiha lê zêde kir: "Cil û bergên ku em di munasebatan de li xwe dikin bi tayên zêrîn tên xemilandin. Lixwekirina cil û bergên folklorîk kêm bûye, lê ji ber ku nasnameya jinên Firatê temsîl dike, hîna jî di munasebatan de tên lixwekirin."

"Em hîn jî vê mîrasa xwe diparêzin"

Sibhiyê El-Mihemed a 70 salî ku li herêma El-Kesra dijî da zanîn ku lixwekirina hebrî û abaye yek ji girîngtirîn taybetiyên jinên gundewarê Dêrezorê ye û wiha pê de çû: "Di ciwantiya xwe de, me tenê car caran ebaye û hebrî li xwe dikir, jinên temen mezin li malê û heta li derve jî li xwe dikirin û em hîn jî vê mîrasê diparêzin."