“Jin di wêjeyê de jî li pêş in”

6’emîn Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê di roja xwe ya duyemîn de didome, jinan bi helbestên xwe mihrîcanê xweş û geş kirin.

Qamişlo – 6’emîn Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya ku li Qamişlo ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojihaltê Sûriyeyê ve tê lidarxistin, bi beşdarbûna jinên wêjevanên jin didome.

 “Pênûsa jinan xwe dide pêş”

Endama Komîteya Amadekar a Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê Botan Hoşê axivî û got: “Wekî roja duyemîn a mihrîcanê bêtir me bal kişand ser wêjeyê. Me xwest em bêtir helbest û wêjeya jinan bidin pêş, li ser vê esasê tevlibûna jinan di hersê rojan de xuya ye, tevî pêşbirkan jî. Em dibînin bi çavên xwe bê çawa pênûsa jinan bi pêş dikeve û ev yek gaveke gelek pîroz e, ji ber vê yekê heta ji destên me tê em dixwazin piştigiryê bidin van jinên helbestvan û wêjevan.”

Botan Hoşê teqez kir ku girêdaneke mezin di navbera jin û wêjeyê de heye û wiha bi dawî kir: “Em her car dixwazin pênûsa jinan li pêş be, helbet ji bo vê yekê jî perwerde pêwîst e. Girêdaneke mezin a di navbera jin û wêjeyê de heye, bêguman helbest û nivîsên bi pênûsa jinan xweştir û kûrtir in ji ber ku hest, bîr û baweriyên jinan zêde ne. Wekî sazî û dîwanên wêjeyê jî piştgirî ji wan re tê pêşkêşkirin ji bo pêşxistina wêjeyê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em hêvî dikin ku jin xwe bidin pêş û ji xwe bawer bin.”

“Bi berhevoka xwe ya nû Esawir beşdarî vê festîvalê bûme”

Ji aliyê din ve nivîskar û helbestvan Cela Hemzawî ya ji bajarê Reqayê ye, ji me re behsa kar û xebatên xwe yên hunerî kir û got: “Ez îro li bajarê Qamişloyê me û di Mihrîcana Osman Sebrî de mazûvaniya Dîwana Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim û di vê festîvalê de şanaziyê bi pênûsên jinan û yên din dikim. Bi berhevoka xwe ya nû beşdarî vê festîvalê dibim bi navê (Esawir). Min ji 14 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Min pirtûka xwe ya yekem di sala 2008’an de bi navê (Ji bo kê) çap kir ku berhevoka helbestan a ji destpêkê ve helbestên kurt dihewîne. Ez wek jinek ji Reqayê beşdarî vestîvalên li gelek welatên Ereb û Sûriyeyê bûm, di dema dagirkirina DAIŞ’ê de ez rastî gelek zehmetiyan hatim lê tevî wê yekê jî min dev jê berneda, min dest ji pênûsa xwe berneda. Ji ciwaniya xwe ve ji min re îlhamek bû.”

 “Jin di qada wêjeyê de jî li pêş in”

Cela Hemzawî di berdewamiya axaftina xwe de li ser koma xwe ya nû got: “Min ji sala 2012’an û vir ve nivîsandina wê qedandiye û heta îro di vê festîvalê de çap nekiriye. Ev festîval bû derfetek ku ez berhevoka xwe pêşkêşî gelek rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan bikim û ji aliyê Dîwana Wêjeyê ve were çapkirin. Bi rastî ew, helbestên min ên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve rastî êrîşan hatin, helbestên girêdayî jinan in, ez gelek kêfxweş im ji ber ku dema min çend helbestên xwe dinivîsand, çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kiribûn û niha ez van helbestan dixwînim û hemû tê bîra min kêliyên ku ez jiyam.”

Cela Hemzawî kêfxweşiya xwe ya mezin ji ber beşdariya xwe ya Mihrîcanê anî ziman û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li vir hestên xweîfadekirinê, azadiya nivîsandinê, demokrasiyê û qadeke berfireh a teşwîqkirina çand û rewşenbîran heye. Her wiha girtina destên jinan ji bo pêşengiya jinan, biryarder û pêşxistina hobiyên jinan heye ji bo ku di hemû qadan de bigihîjin rêzên yekem.”