ŞABNAM TAVAKOLÎ
Tehran – Festîvala Folklorê ya Îranê di navbera 6-16 Mijdarê de li Bostan Bahman a navçeya Tehranê hat lidarxistin.
Di mîhrîcanê de berhemên destan, xwarinên herêmî û diyarî hatin pêşandan. Piraniya beşdaran jinên karsaz bûn ku beşdarî festîvalê bûn û berhemên xwe firotin.
Cemîla Wehlke ya 52 salî ji parêzgeha Golistanê wiha got: “Min di 13 saliya xwe de bavê xwe winda kir. Min di zarokatiya xwe de bi diya xwe re dest bi xebatê kir û ji dayika xwe fêrî hestiyê bûm. Di 14 saliya xwe de neçar mam ku bizewicim. Ez bi salan çanda kulav diparêzim û vê pîşeyê hînî gelek kesan dikim."
15 sal in kar dike
Ji beşdarên mîhrîcanê Mahsa M. a 28 salî jî diyar kir ku di temenê xwe yê biçûk de dest bi xebatê kiriye û wiha got: “15 sal in ez di nava jiyana kar de me. Serbixwebûn pir dijwar e, bi taybetî heke hûn bi tenê bin û kes di vê yekê de alîkariya we neke. Carinan bi awayê ku mirov li min dinêrin ez gelek aciz dibim, lê ez dixwazim di warê aborî de serbixwe bim."












