Ji weşanxaneya Luvî du berhemên nû: ‘Hişê Dîrokê’ û ‘Henaseya Welatekê’

Rojnamevan û nivîskar Reyhan Îke, bi du pirtûkên nû derket pêşberî xwendevanan. Yek jê pirtûka helbestan e û ya din jî xebateke destanî ye ku balê dikişîne li ser 31 xwedawendên ku di mîtolojiyên erdnîgariyên cûda yên dinyayê de jiyan kirine.

Navenda Nûçeyan – Xebata destana Kurdî ya rojnamevan Reyhan Îke ku xwedawendên jin kiriye mijar, ‘Hişê Dîrokê/ Xeleka Xwedawendan’ û pirtûka helbestan ‘Henaseya Welatekê’ ji aliyê weşanxaneya Luvi ve hate weşandin, derket pêşberî xwendevanên xwe.

Xebata destanî ya bi navê ‘Hişê Dîrokê/Xeleka Xwedawenda’ ya Reyhan Îke ku di şexsê dayîka xwe de diyarî ‘jinên ku ji ber azweriya azadiyê û nasnameya jinan bedel dane’ dike. 31 xwedawendên ku di mîtolojiyên erdnîgariyên cûda yên dinyayê de cih girtiye vedihewîne. Di pirtûkê de zanabûn, kêrhatî û nifrînên xwedewandan cih digre.

Weşanxaneyê di danasîna pirtûkê de cih da van gotinan:

“Ev pirtûk,
Stran û lorîka hişekê ya resen e.
Hewla xwevejandina di bîra jinê de ye.
Ji ber her jina tê ji bîrkirin,
tê wateya cîhanek kêmbûyî,
her dengê jinê yê hatî birîn,
tê wateya pêşerojek kêm mayî.
Stranên tevlî avê bûyîn,
qêrînên li çiya vedayîn,
dengê vejenên di singa dîrokê de
xwe li rûpelên dilê min dan.
Niha dizanim:
Bîr dimîne.
Nav bên guhertin,
zeman biherike û biçe jî
JIN DIMÎNE.”

‘Henaseya Welatekê’ helbestan tîne ba hev

Reyhan Îke ku di salên zaroktiya xwe de, li gel malbata xwe neçar dimîne ji Şirnexê koç bike û jiyana xwe li wargeha Mexmûr ya li herêma Kurdistanê didomîne, di pirtûka xwe ya helbestan a bi navê ‘Henaseya Weletekê’ de, gel û xwezaya Kurdistanê dike mijar.

Helbestvan di helbestên xwe de êş û zexta ku Kurdistan rastî hatî, bêrîkirina welat bi zimanek bi hêz tîne ziman. 

Weşanxane, ji bo pirtûkê ev riste parve kir:

“Ji min re gotin war
lê min mîna jinekê hezkir
ji her tişta bi min re dijî
mîna babekê bêdeng bûm
mîna evîndarekê mam
li benda yên li bin kavlan
û niha
navê min tine ye
tenê rûyek min maye
yê bi dûkêlan hatî guhertin

ev pirtûk
ji bo yên min dibihîsin hat nivîsin.”

Herdu berhem, ji aliyê weşanxaneya Luvî ve derket pêşberî xwendevanên xwe.