Piştî 13 salên bêkariyê niha karê xwe dike
Lence Azad derçûya navçeya Koye, piştî 13 salên bêkarî û nebûna teyînkirinê, rêyek cuda hilbijart, huner û hêza xwe anî mala xwe û bi rêya perwerdeya jiyana rojane û şêwaza jiyanê, bêkarî veguherand debar û nav û dengiyê.
ŞILÊR KOYE
Koye – Lence Azad, ji Peymangeha Hunerên Ciwan a navçeya Koya ya girêdayî bajarê Hewlêrê mezûn bûye. Piştî 13 salên derçûnê, mîna bi hezaran derçûyên zanîngeh û peymangehan, ew hîn jî bêhêvî nebûye û li benda dîtina beramberî ked û westana salên xwendina xwe ye. Ev du sal in di tora dijîtal de malperek ji bo xwe vekiriye û bi vê rêyê debara jiyana xwe pêk tîne û alîkariya malbata xwe dike.
‘Ez xwarinan di malpera xwe de parve dikim’
Lence Azad ji ajansa me re qala xwe û hunera xwe kir. Lence ragihand ku ji ber zarokên xwe, nikaribûye di qada taybet de bixebite û wiha got: “Ji ber vê min dest bi xebata li malê kir. Niha şirket marqeyên xwe yên taybet pêşniyar dikin. Bi rêya malpera xwe ya ‘Şêwaza Jiyanê’, min ji xwe re derfetek kar afirand. Şirket ji bo berhem û kelûpelên xwe reklaman didin min û ez wan li ser rûpela xwe diweşînim. Ji bilî karê reklamê, em ji hev gelek sûd werdigirin û pir caran bi jinên temaşevan re sohbetê dikin.”
Hemû dema xwe di metbexa du metreyî de derbas dike
Lence da zanîn ku her roj dersên çêkirina xwarinê belav nake, tenê rojên ku ew bi xwe çêdike nîşanî wan dide. Lence diyar kir ku temaşevanên wê ji xwarina ku ew çêdike, gelek hez dikin û wiha domand: “Carna ew daxwaza fêrbûnê dikin û ez jî ders didim wan. Bi ya min, xwarin hewceyî huner û hêzê ye. Ne hewce ye ku ew tiştê ku dikeve nav xwarinê, an jî divê goşt tê de hebe. Dibe ku jin bi xwe dizanin çawa xwarinê tam bikin û bi hezkirinê tevlihev bikin. Her roj ez hemû dema xwe di wê metbexa du metreyî de derbas dikim, rast e mala min biçûke. Lê belê ji bo min ew pir mezin e û ez dikarim hemû karê xwe tê de bikim.”
‘Her roj rojek nû ye û ez bi jinan re sohbet dikim’
Lence Azad diyar kir berî ku dest bi vî karî bike, pir xemgîn bûye ku bi salan xwendiye û bêkar bûye û wiha got: “Ji ber vê yekê fikirîm ku karekî serbixwe hebe û rojên xwe yên normal bi temaşevanên xwe re parve bikim. Her çi be, karên malê hemû dubare dibin, lê ji bo min her roj rojek nû ye; ez her roj bi rêya hesabên xwe bi gelek jinan re sohbet dikim û bi mirovên nû re hevdîtin dikim. Ez difikirim ku li derveyî welat dixebitim û li malê xwe tenê hîs nakim. Ez ji karê xwe hez dikim.”
‘Ji jinan re dibêjim hûn destek bidin xwe’
Lence Azad têkildarî giraniya karê xwe wiha got: “Her tişt dem jê re lazim e û kar ne asan e, mîna ku temaşevan dibînin. Ji ber hin şirket karekî pir baş dixwazin û divê ez pir bixebitim da ku wê amade dikim. Lê li gel wê jî ez ji jinan re dibêjim: Eger tu dikarî tiştekî bikî û baweriya te bi te hebe, bike û bi xwe destek bide xwe. Dema min dest pê kir, min xwe teşwîq kir ku bixebitim, wekî din destpêkirina reklam û derketinê dê zehmet bûya. Lê piştî ku min bawer kir ku hemû ew jin baş in, ez bi wan pir kêfxweş im. Bi taybet jî gava ew min li derve dibînin û dibêjin ew tu yî? Ev ji bo min pir xweş tê û ew piştgiriya min dikin.”
Lence Azad ev 13 sal e xwendina xwe temam kiriye, lê belê hê bê hêvî nebûye û di dawiya axatina xwe de wiha dibêje: “Ez hîn jî xeyal dikim ku tayîn bibim û ez hîn jî di wê hêviyê deme ku rojekê ji rojan ezê beramberî keda westandina xwe bibînim.”