‘Divê li dijî şîdeta dîjîtal xebatên hişyariya civakî werin pêşxistin’

Omnia Al-Malîkî diyar kir ku li dijî şîdeta dîjîtal divê tedbîrên pêwîst werin girtin û got ku li dijî şîdeta dîjîtal a ku her diçe zêde dibe hişyariya civakê zêdetir bibe.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Bi pêşketina teknolojiyê re yek ji cihên ku jin lê rastî şîdetê tên, şîdeta dîjîtal e. Têkildarî binpêkirinên şîdeta dîjîtal, rayedarên dewletê tedbîran nagirin an jî yên ku digrin jî kêm in.

Yek ji jinên ku li ser medyaya dîjîtal rastî şîdetê hatiye Semîra Adel e. Semîra Adle, got ku ew ji aliyê hevalê xwe yê zanîngehê ve rastî şîdetê hatiye û got: “Ji ber tişta ku min dît ez şok bûm. Wêneyê min montaj kiribû, ji bo ez pê re hevdîtinê bikim zextê li min kir. Min biryar da ez ji bavê xwe re bibêjim. Bavê min ji ber ku ji pêşketina dîjîtal agahdar bû ji min bawer kir. Me ji rêveberiya zanîngehê re behsa kitekitên bûyerê kir û tedbîrên pêwîst hatin girtin.”

Li ser jinan zext hene

Semira Adel, behsa şantaja ku lê hatibû kirin ji malbata xwe re kir lê gelek jinên ku vê cesaretê nabînin hene. Omnia Al-Malikî ya ku di vê mijarê de xebatên xwe didomîne diyar kir ku her diçe amûrên dîjîtal bi xetertir dibin. Omnia Al-Malikî, da zanîn ku bi amûrên pêketî yên teknolojiya nûjen dibin zemîn ku mêr zêdetir zextê li jinan bikin, jantajê li dijî wan bi kar bînin û destên wan bigihîje wan.

‘Tirsa ku hatiye afirandin mezin dibe’

Omania Al-Malikî diyar kir ku agahiyên nasname û wêneyên jinan û agahiyên der barê jiyana wan de tên dizîn û wiha domand: “Hinek jin dibejin ku vîdyoyên sexte yên tên çêkirin, wisa rast xuya dikin ku tu nizanî sexte ne. Bi taybetî li bajar û gundên ku ji navendan dûr in bi zêdebûna xwendin û nivîsandin dîjîtal û tirsa ji ber pêşketina teknolojiyê her roja diçe zêdetir dibe. Mînak ez rastî serpêhatiya kesek ku ji teknolojiyê baş fam nake hatim. Jina ku di fabrîkayê de dixebite rastî zextên rêveberek tê. Vî rêveberî, ji bo berjewendiyên xwe demek dirêj li ser jina ku di fabrîkayê de dixebite zextê kiriye, sînor û mafên wê binpê kiriye. Rêveber ji teknolojiyê sûdê girtiye, bi rêbaza montajkirina wêneyên wê vîdyoyek amade kiriye. Wê jî ji tirsa daxwazên rêveber ji neçarî pejirandiye.”

‘Divê mekanîzma werin avakirin’

Omania Al-Malikî anî ziman ku ji ber hişyariya civakî tune ye malbat ji rewşê agahdar nîn in û got: "Mêrek, dema ku vîdyoya xwişk, hevjîn an jî keça xwe dibîne, lêkolîn nake, texmîn nake ku tişteke çêkirî ye. Ji ber wê yekê zarokên keç û jinên ku rastî van şantajan tên ji tirsa ku leke were ser wan daxwazên kesên şantajê dikin dipejirînin û ji wê pê ve zexta li ser wan mezin dibe. Ev mijar bi rastî jî pir tevlihev e û divê saziyên têkildar mudaxele bikin. Divê mekanîzmayên ku jiyana jinan a taybet ji van amûrên modern biparêzin werin avakirin.”

‘Ji tirsa demxebûyînê bêdeng dimînin’

Omnia Al-Malikî, bal kişand ku zoriya herî mezin a ku jin rastî wê tên pêşdaraziyên civakî ne û gotinên xwe wiha domand: “Ev rewş dibe sedem ku jin mexdûr bin jî nikarin behsa tiştên ku mexdûr bûne bikin. Gelek jin ji tirsa demxebûyînê bêdeng dimînin û behsa tiştên jiyane nakin. Ji bo kêmkirina binpêkirinên di medyaya dîjîtal de divê hişyariya civakî zêdetir bibe. Di mijarên wiha tevlihev de, mekanîzmaya herî bi bandor, ew e ku zagonên ku têkoşînê bi şîdeta dîjîtal û şantaje re dikin bikevin dewrê. Divê ji bo sûcdaran cezayên giran werin dayîn.”

‘Divê xebatên hişyariyê werin kirin’

Amania Al-Malikî diyar kir ku divê konseyên neteweyî der barê xeterên teknolojiya nûjen û ji bo kesên ku neçarî şîdeta dîjîtal bûne bikaribin gilî bikin, raya giştî agahdar bikin û got “Rêxistinên civaka sivîl û jin, dikarin li dijî şîdeta dîjîtal xebatên hişyariyê bikin. Di warê têkoşîna bi binpêkirinên di vî warî de divê planên hişyariyê werin pêşxistin.”,