Ji Helebçe heyanî Kifrî pêşangehên 8’ê Adarê

Bi boneya 8’ê Adarê li gelek cihên Başûrê Kurdistanê çalakiyên cûr be cûr hatin li darxistin. Li Helebçe, Seyîdsadiq û Kifrî pêşangeha karê destê jinan hate vekirin.

Bavenda Nûçeyan – Di çarçova çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Başûrê Kurdistanê û Îraqê jî jinan xebat dan meşandin û çalakîyên cihêreng li darxistin. Di serî de li Silêmanî û gelek deverên dinê şahiyên girseyî hatin lidarxistin. Li Helebçe, Seyîdsadiq û Kifrî jî pêşangeha karê destê jinan hate vekirin.

Helepçe

Li Baxê Giştî yê Helebçe, rêxistina Desteya Xaniman a Helebçe pêşangehek ya karê destê jinê vekir. Piraniya beşdaran ên pêşangeha ku dê du rojan dom bike jinên ciwan bûn. Jinan xebatên  xwe yên destrengîn û xwarinên Kurdewarî pêşan dan.

Endama rêxistina Desteya Xaniman ya Helebçe Sindus Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Armanca pêşangeha me derketina jinan û nîşandana karê wan bû û ji bo kesên ku bê kar in bikaribin bi vê rêyê bibin xwedî kar û her wiha da ku bikarin bi vê rêyê dahatiyekê ji bo xwe peyda bikin. Nêzî 30 jin bejdarî pêşangehê bûn.”

Rengîn Marf jinek destrengîn e ku bejdarî pêşangehê bûye wiha behsa pêşangehê dike: “Ev nêzî salekê ye karê dest dikim, bi boneya roja 8’ê Adarê bejdarî pêşangehê bûme, daxwaza min ji jinan ewe ku tenê bi karê malê ve sînordar nemînin, bila kar bikin da ku bikarin destkeftiyên madî bi dest bixin.”

Şarezûr

Di nava bazara bajaroka Seyîdsadiq rêveberiya gîşta ya rewşenbîrî û hunerî ya Seyîdsadiq pêşangehek hate vekirin. Endama rêxistinna pêşangehê Kîjan Osman derbarê pêşangehê de ji ajansa me re axivî û got: “Armanca pêşangeha me derxistina rola jina azad ya Kurdistanê ye, ji ber jin jiyane û hemû roj yên jinane.”

Di pêşangehê de jinameya gelek jinan hat nîşan dan ji wan Hepsixanî Neqîb, Bedîa Dartaş, Leyla Qasim û Kejal Ehmed.

Kifrî

Li cihê Yekitiya Jinên Kurdistanê a bajaroka Kifrî ya girêdayî Germiyan ê pêşangehek taybet ya destrenginiya jinan hat vekirin. Gelek cûrên xwarinan jî hat nîşandan. Di pêşangehê de sê lênûs danabûn ji bo ew kesên ku derdana pêşangehê kirin dema ku derketin fikrê xwe binivîsin.