Ji ber ku muzîkjen jin in konser hat betalkirin!

Li bajarê Yezd ê Îranê konserek ji ber di nav muzîkjenan de jin hebûn, hat betalkirin.

Navenda Nûçeyan – Mixabin bandora rejîma Îranê ku bi hewleke taybet ji bo jinan ji nava civaka hunerî bibe, xwe nîşan dide. Konserek li bajarê Yezdê bi hinceta ku di nava muzîkjenan de 3 jin hene, hat betalkirin.

Hunermendên jin ji ber li hin parêzgehên Îranê, bendên qanûnî bi tundî tên sepandin, heta niha ji ber muzîkjen nayên dîtin neçar tên hiştin ku hunera xwe li pişt perdeyê pêk bînin û çalakiyên konseran jî tên betalkirin.