Hemîde Ehmed dê dahata pêşangehê bexşê Nexweşxaneya Hîwa bike

Jinên ku nexweşiya penceşêrê bi wan re heye pêşangehek karên destan vekirin û dahata wê ji bo nexweşxaneya Hîwa wê were xerckirin.

Silêmanî – Duh piştî nîvroyê Enstîtuya Narîn a lêkolîn û belavkirinê, li hola Nîştiman Emînesûre ya bajarê Silêmaniyê pêşangehek taybet a karên destan bi navê Hemîde Ehmed Muxtar Begê Caf vekir û wê dahata pêşangehê ji bo alîkarîdayîna nexweşxaneya Hîwa û ji bo nexweşan were xerckirin.

Di pêşangehê de 130 berhemên bi destan hatine çêkirin ku piraniya wa gul bûn û di qutiyên xweşik de bûn, hinek jî bi seramîkan hatibûn amadekirin hebûn. Hemîde Ehmed yek ji wan kesan bû ku nexweşiya penceşerê pê re heye, ji nexweşxaneya Hîwa gelek bi bandor bû, xwest bi pêşangehek bi vî awayî alîkariya nexweş û nexweşxaneya Hîwa bike.

Hemîde Ehmed ji ajansa me re wiha got: “Bi vê armanca ku ev gul ji bo nexweşiyên penceşêrê bibe alîkariyek madî min çêkirin. Ji ber ez bi xwe jî nexweş im rewşa wan fam dikim. Min gul bi destên xwe çêkirin, tu kesê alîkariya min nekir, di demeke ku ez bi xwe jî nexweş im de lê belê bi riya van karên destan derûniya min baş dibe û ruhê mn bi aram dibe. Rewşa nexweşxaneya Hîwa xirab e ji ber wê me ev kar kir. Serdana vê pêşangehê girîng e ji ber ku hemû dahata wê ji bo komek bêhêviyan e. Divê nexweş her hêviya wan hebe û kêfxweş bin, her çendî nexweş bin jî dikarin xwedî armanc bin.”

“Kêm û kurtiyên nexweşxaneya Hîwa bû sedema vekirina vê pêşangehê”

Keça Hemîde Ehmed Bijîjk Alan der barê pêşangeha dayika xwe û girîngiya vî karî de wiha got: “Ji ber ku her dem li nexweşxaneya Hîwa, pirsgirêkên nebûna derman û cih hebû. Bi riya pêşangehên bi vî awayî em ê alîkariya nexweşxaneyê bikin. Armanc ew bû ku gulan bidin nexweşan lê ji ber kêm û kurtiyên nexweşxaneya Hîwa fikir guhertin. Ji bo projeya alîkariyê û ji bo bikaribin rewşa çend nexweşan bi riya dahata pêşangehê baştir bikin. Her çendî dayika min nexweş e û rewşa tendirustiya wê nebaş e jî ev heşt meh in bi çêkirina karên destan re mijûl dibe ji bo ku pêşangehek wiha veke. Jixwe dê berdewam bike, vê hevkariyê wisa kir ku hejmarek zêde mêvan beşdar bibin û gulên taybet bikirin. Da ku alîkariya nexweşxaneya Hîwa bikin.”