Hejmara meha Hezîranê ya rojnameya jinê Newaya Jin derket

Rojnameya Jinê Newaya Jin bi manşeta "Jiyaneke nû hiltê" bi xwînerên xwe re civiya.

Navenda Nûçeya-  Hejmara nû ya rojnameya jinê Newaya Jin ku li Ewropayê wek mehanê ji bo weşandinê tê amede kirin, derket.

Di hejmara 207'an ya rojnameyê de hevpeyvîna Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat re cih digre. Besê Hozat a diyar kir ku di cewherê şerê Rûsya û Ûkraynayê de şerê NATO û Rûsyayê heye, Êrîşên li ser Kurdistana Federe dinirxîne.

Ji tevgera jinên kurd Fatma Adir wateya meqaba zer şîrove kir. Fatma Adir di nivîsa xwe de,  diyar kir ku “pêlavên mekap û cilê rengê xakî ji ber ku parçeyên jiyana sade ya gerîlayên ku xwe fedayê azadiya gelê Kurd dike ye tê hezkirin û bi qîmet in” û wiha dibêje: “ Çawa ku botên ku leşkerên dagirker li xwe dikin, bû sembola dagirkerî, mêtinkarî û serweriyê, Mekap zer-porteqalî veguherî sembola wan kesên ku li Kurdistanê bê berjewendî li dijî dagirkerî û koletiyê li ber xwe didin.”

Naverokên baldikşînin

Hêja Zerya li ser wateya "Welatperweriyê" sekinî. Di hejmara nû de nivîsa ravekirinê ya li ser siyasetmedara kurd Aysel Dogan a di 11'ê Gulanê de li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da cih girt.  Di hejmara 207’an de naverokeke din a balkêş jî hevpeyvîna bi derhênera ciwan Derya Deniz ya li ser belgefîlma Hêza bû.

Gotara di kategoriya Jineolojiyê de jî Dorte Rose ya beşdarî kampa Jineolojiyê ya li ser navê Malda Kusa di meha nîsanê de hat lidarxistin, nivîsand.