Hejmara 3’emîn Kovara Silava derket

Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya xebatên xwe de 3’emin hejmara kovara Silava bi manşeta "Bi Rihê Zîlanan Şoreşa Jin Biparêzin Azadî Serbixînin” derket.

Navenda Nûçeyan - Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya xebatên xwe de 3’emin hejmara kovara ‘Silava’ bi manşeta "Bi Rihê Zîlanan Şoreşa Jin Biparêzin Azadî Serbixînin” li darxistin. Kovara Silava ya bi zimanê Kurdî û Erebî tê çapkirin di vê hejmarê de bal dikşîne li ser salvegera 28’emîn salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan), darbeya 12’ê Îlonê û li ser salvegera şoreşa Rojava.

Her wiha di kovarê de nivîsên perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her wiha wêneyên çalakiyên jinên ciwan ên dawî jî cih girt. Di nava rûpelê Kovarê de cîh ji bo helbestek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser bandora medya dîjîtal li ser jinên ciwan hat dayin.

Kovara Silava, di sala 2014’an de ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye derxistin. Kovar di nava xwe de aliyên civakî, polîtîk, jin, analîz, bîranîn, çand û huner û bîrdozî dihewine.