Hefteya Wêjeyî di roja xwe ya 6’ emîn de bi dawî bû

Hefteya Wêjeyî ya ku Dîwana wêjeyê ya bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” ku cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin, di roja xwe ya şeşemîn de bi bi dawî bû.

Qamişlo- Bi  armanca pêşxistina zanist û wêjeyê, ku Dîwana wêjeyê ya bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” ku cara yekemîn  li Rojavayê Kurdistanê di 28” ê Gulanê de li Hola El- Burc a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê dabû destpêkirin. Di nav vê çalakiyê de semîner hatin dayîn, helbest hatin xwendin û panêl hatin lidarxistin. Îro jî Hefteya Wêjeyî di roja xwe ya 6’emîn de bi dawî bû.

“Pênûsa jin di nav şoreşê de xwe vejîn kir”

Der barê vê yekê, Endama Yekîtiya Rewşenbîran a Amûdê Civîn Hebîb qala girîngiya pênûsa jin di nava şoreşa wêjeyî de û vejînkirina wê axivî û wiha destpê kir: “Wêje bi serê xwe tiştekî pir girneg e bi taybet di nav gelê kurd e, ji ber ku wêjeya kurdî bi hezarê salan êrîş ser hatibû kirin, hatibû tunekirin û di gelek qonaxan de derbas bûbû. Em dikarin bêjin ku wêjeya kurdî di qonaxa vejînê de ye, ku di hundirê şoreşekê de şoeşeke wêjeyî hat avakirin. Rola pênûsa jin jî bêguman girîng û pîroz bû ku ev wêje zengîn û rengîn kir, em nikarin erk û xebata jin a di nav şoreşa wêjeyî de paşguh bikin.”

“Mijarên girîng û pêwîst hatin nîqaşkirin”

Civîn Hebîb destnîşan kir ku ev Hefteya Wêjeyî mijarên girîng û pêwîst bi taybet ji bo jinan hatin nîqaşkirin û wiha pêde çû: “Hefteya Wêjeyî jî ya ku... pê ve rabû, pir zenîgn bû û gelek kes tê de beşdar bûn û di nava vê hefteyê de mijarên girîn hatin nîqaşkirin. Xalên nîqaşkirinê yên ku bal li ser hat kişandin jî wekî jin, ser du rojan mihwerên jin hatin nîqaşkirin ew jî mihwewrê Wêje û Jin ku tê de semîner hat dayîn û helbestên bi pênûsa jin hatine nivîsandin hatin xwendin. Her wiha mihwerê din jî  Wêjeya Jin di Navbera Navlêkirin û Jîwariyê de ku dîsa jî gotubêj hat kirin û çîrok jî ku dîsa bi pênûsa jin hatine nivîsandin hatin xwendin. Me ev rojên diyarkirî kêm jî dît û me dixwest ku hîn dirêjtir be ji bo zengînbûyîna wê.”

“Pêwîste ev çalakî berfirehtir bibe û bikeve di nav civakê de”

Civîn Hebîb diyar kir ku ev çalakî bersiva rewşenbîran e li beramberî êrîşên dewleta tirk e, her wiha hêvî kir ku di demên pêş de ev çalakî berfirehtir bibe û bikeve nava civakê de û wiha bidawî kir: “Ji xwe ev çalakî îro bi daîw dibe, gelek mêvanên ji gelek herêman tê de beşdar bûn mîna Reqa, Minbic, Amûdê, Hesekê û hwd. Gaveke girîng û serkeftî di vê hefetyê de hat avêtin tevî vê rewşa hesas ku em tê re derbas dibin di nav şoreşeke gerim de û gefên dewleta tirk a ku rojane me tehdîd dike û herêmên me êrîş dike. Ev çalakî reflex bû ji hêla rewşenbîran bû li beramberî êrîşên dewleta tirk  ku êi dibe bila bibe em ê liber xwe bidin. Em hêvî dikin ji bo demên pêş ku ev çalakî berfirhtir bibe û bikeve di nav civakê de ji bo sûdekî mezintir werê girtin ku hişmendiyê pêş dixe.”