Fîlmên derhênerên jin li Amedê tên pêşandan

Komeleya Jinan a Rosa, di çarçoveya projeya “Merîdyenên Binevşî” de, pêşandana fîlmê ku tenê fîlmên derhênerên jin tê de cih digrin organîze kir. Piraniya fîlmên ku di pêşandana du rojan berdewam bike de cih digrin ji çîrokên jinan pêk tên, armanca jinan ew e ku bi hunerê tundiya li ser jinan bidin xuyakirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Sêyemîn pêşandana fîlmên ku di çarçoveya projeya “Merîdyenên Binevşî” de bi hevkariya Komeleya Jinan a Rosa, Ovni Barcelona û şîrketa Streemthings hatiye amadekirin û ji aliyê Eurimages ve tê piştgirîkirin dê li Amedê were lidarxistin. Di xebata ku dê derhênerên fîlmên di pêşandanê de bê nîşandan jî beşdar bibin, çalakiyên panel û komxebate jî dê pêk bên. Armanca projeya ku bi beşdariya derhênerên jin ên ji sê welatên cuda yên weke Îspanya, Îtalya û Tirkiyeyê pêk hat, ew e ku çîrokên jinan di hunerê de bidin teyisandin û fîlmên derhênerên jin ên kişandine bidin xuyakirin. Di çarçoveya projeyê de pêşandana fîlm ji aliyê Komeleya Jinan a Rosayê ve, li Amedê tê organîzekirin wê di navbera 15-16'ê Çîleyê de li Navenda Hunerê ya Mordemê bê lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de dê 18 fîlm bên nîşandan.
"Di projeyê de fîlmên derhênerên jin cih digrin"
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya dibêje ku ew derbasê qonaxa sêyemîn a projeya ku ji bo keda jinan di qada sînemayê de xuya bibe tê lidarxistin bûne, diyar kir ku ew ê pêşandana fîlmên ku çîrokên jinên ji çar aliyên cîhanê vedibêjin bikin. Adalet Kaya destnîşan kir ku dê hemû derhênerên jin tevli pêşandanê bibin û wiha axivî: “Ji bo hişyariya jinên li erdnîgariyên cuda bi pirsgirêkên xwe re  têdikoşin zêde bibe, xebateke bi vî rengî hat kirin."
"Huner di civakê de xwedî roleke girîng e"
Adalet Kaya dibêje ku ew weke komele beşdarî pêşandanên li welatên din jî hatiye çêkirin bûne, axaftina xwe wiha dewam kir: “Em difikirin ku huner di civakê de xwedî roleke pir girîng e. Ji bo me pir girîng e ku em piştgiriyê bidin pirsgirêkên ku jin dijîn û şêwazên tundiya heyî ya li ser jinan, bi hunerê baştir xuya dibe. Armanca me ya sereke ev e. Em bi van fîlman dikarin xwe bigihîjînin jin û mêrên ku em nikarin xwe bigihînjîin wan. Ji bo me li vir xuyakirina perspektîfa me û hem jî afirandina van tiştan bi destên jinan pir girîng e.”
"Armanc ew e ku keda jinan bê xuyakirin"
Adalet Kaya destnîşan kir ku hewldana ji bo keda jinan a xuyakirina di qada sînemayê ku di bin destên mêran de ye gelekî girîng e, diyar kir ku ji bo derhênerên jin vekirina qadeke wiha bi qîmet e û bang li hemû jinan kir ku beşdarî pêşandana fîlman a du rojan berdewam bike, bibin.
"Hemû fîlm ji çîrokên jinan pêk tên"
Adalet Kaya bi gotinên “Di nava vî karî de keda pir mezin heye” wiha bi dawî kir: “Ji sê deverên cuda yên cîhanê gelek jin xebatê dimeşînin. Di her fîlmê ku dê bê nîşandan de, çîrokên li ser jiyana me hene. Hemû fîlm ji çîrokên jinan pêk tên. Ev ji bo me xaleke pir girîng e û di vê wateyê de em bang li hemû jinên li bajêr dijîn dikin ku werin tevli pêşandana fîlman bibin.”