Armancên şanoya "Cîran bi Rengan" û sedemên cihêbûna wê

Li ser sedema hilbijartina "Cîran bi Rengan" wek navekî ji bo şanoyê û çi cihêtiya wê ji yên din heye, Seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Parêzerên Jin ên Misrê ji bo Mafên Jinan Heba Adel, wiha dibêje: "Hilbijartina navê "Cîran bi Rengan" wekî îfadeya rastiya civakê ya cuda hat. Reng û cewherên cîranan hene û her mal xwedî çîrok û qeyranan e lê dibe ku em pê nehesin.”

ASMAA FATIHÎ
Qahîre- Çend sedem hene hişt ku em li ser şanoya "Cîran bi Rengan" rawestin, yek ji wan jî ew e ku di van demên dawî de gelek mijarên xwe bi tundî li ser rastiya civakê ferz kirine nîqaş kirin. Bi taybetî jî bandora stranên mîhrîcanê li ser tama gel û tevkariya wan di têkbirina hişmendiya temaşevanên wan ên nêzîkê narkotîkê di bandora wê ya li ser wan de. Ji bilî beşdariya civakê ya ku ji rastiyê derdikeve, çi yên ku pêşandanê pêşkêş dikin, çi yên li pişt kamerayan ku karakterek dilxwazî digrin.
Li ser sedema hilbijartina "Cîran bi Rengan" wek navekî ji bo şanoyê û çi cihêtiya wê ji yên din heye, Seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Parêzerên Jin ên Misrê ji bo Mafên Jinan Heba Adel, ku ev xebat û ev doza beşdariyê çêkir û bi cil û bergeke hunerî ya nêzî wijdanê pêşkêş kir, li ser hilbijartina navê "Cîran bi Rengan" wiha dibêje: "Hilbijartina navê "Cîran bi Rengan" wek îfadeya rastiya civakê ya cuda hat. Reng û cewherên cîranan hene û her mal xwedî çîrok û qeyranan e lê dibe ku em pê nehesin.”
"Medyaya civakî di cîhana sanal de mirovan nêzî hev kir lê wan ji cîhana rast dûr xist"
Têkildarî peyamên ku şanoyê hewl da bigihîjîne civakê, wiha eşkere dike: "Cîran bi Rengan" gelek peymanan digre nava xwe. Destpêk, bi dîmenê yekem ê têkildarî keçika biçûk a ku Baba Noyel bi xeletî pêlîstok da wê û dibîne ku ew sêwî û bi tenê ye û tiştê ku ew dixwaze ew e ku kesekî li şûna dê û bav li kêleka xwe bibîne. Ew yekem peyam û qêrînên ku diyar dikin dibe ku gelek ji me êşa yên din hîs nekin. Medyaya civakî di cîhana virtual de mirov nêzî hev kir lê di cîhana rastîn de ew ji hev dûr xistin.”
Wê behsa bûyerên şanoyê kir û wiha vegot: "Bûyerên şanoyê berdewam dikin ku Baba Noyel destê keçikê girt û li nav cîranên wê geriya da ku rêhevalan jê re bibîne û ji rewşa sêwîtî û windabûna wê xilas bike. Di vê navberê de, dîmenê cîranê yekem di dîmenek ku wêneyek zewaca di temenê biçûk de nîşan dide hat pêşandan ku malbatek zaroka xwe dizewicîne û bi bûyerên wê re Baba Noyel tevlihev dibe ku wek rêberek ji wan re hişyariyê pêşkêş dike.”
"Bi dîmenên di şanoyê de xwestin welatiyan di gelek mijaran de hişyar bikin"
Der barê armanca şanoyê de jî dibêje: "Dîmenên ku hatin pêşandan ji bo hişyariya welatiyan li ser mijarên wek zewaca di temenê biçûk de çêbibe. Dibe ku hin kes bifikirin ew bi ast û cihên dûr ve sînorkirî ne lê rastî bi tevahî cuda ye, li gelek bajaran diqewime. Wê bal kişand ser ku hemû şêweyên zewacê yên behskirî wêneyên cuda yên bazirganiya jinan in ku ji aliyê qanûnê ve tên sûcdarkirin û tevî wê yekê jî ew hîn hene û tên belavkirin û pirsgirêkek di civaka Misrê de temsîl dikin.”
Her wiha diyar kir ku perwerdekirina welatiyan ji bo performansa lîstikvaniyê dijwar e û li ser ka gelo serkeftina wan di perwerdekirina mirovan de ji gel re ji daxwaza wan a beşdariya civakê tê, ew dibêje: "Doza xwebexşiyê ku serdestiya xebatê dikir, ji derhêner heta nûnerên ekîba amadekariyê, ji bilî sadebûna îmkanan, roleke sereke di vê mijarê de hebû û van hemûyan jî nirxeke rast li xebatê zêde kirin. Ew ne tenê peyamek televîzyonê yan dîmenek bû û wergir li derveyî çarçoveya wê bû. Belê kar ji dîmenên cîranên ku hev baş nas dikin û rojane têkiliyên wan hene pêk dihat. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku armanca şanoyê naskirina cîranan û civaka derdorê ye da ku rastiyek rasteqîn biafirîne, li şûna ku bi teknolojiyê ve were girêdan û windakirina dem û hewldana ku tê de derbas dibe û encamên wê yên xirab.”
"Şantaja  dîjîtal nexweşiya serdemê ye"
Heba Adil bal kişand ku bûyera vê dawiyê ya şantaja dîjîtal ku keça "Basant Xalid" rast hat û di encamê de xwe kuşt, du babetên pir metirsîdar eşkere kirin ku yek ji wan di şanoyê de bi dîmenê malperên torên civakî hatiye pêşkêşkirin û bandora wê ya li ser malbatê. Em ji zarokên xwe dûr ketin ne ku me ew ji malperên tora civakî re hiştin lê belê ji ber ku em bi wan nahesin. Zimanê diyaloga hevpar êdî li gel malbatê nemaye. Zaroka ku dawî li jiyana xwe anî ger ku cihekî ewle di malbata xwe de bidîta dê biryar neda ku xwe bikuje bi vî rengî.
Wê amaje kir ku tiştê din ê metirsîdar ew e ku dê û bav dizanin zarokên wan demek dirêj bi teknolojiyê re mijûl dibin û li ser medyaya civakî dema xwe derbas dikin jî tiştek nekin. Ji ber vê yekê di encama nebûna çalakiyên rastîn de û di gel krîza koronayê û rûniştina li malê bêyî têkiliya mamosteyan jî ev hemû tişt qeyranek rast diafirînin. Bûyer wekî zengilek hişyariyê bû ku civak ji xew şiyar bibe da ku bi zarokên xwe bidin famkirin û bibin çavkaniya ewlehiya wan. Ji ber ku rola malbatê ne tenê bi zanîna zarok çi dikin bi sînor e, di heman demê de divê ji bo wan mercên peydakirina jîngehek ewle biafirînin. 
"Stranên mîhrîcanan û bandora wan a li ser civakê"
Der barê stranên mîhrîcanan û bandora wan de jî got: "Ne tenê gotin dibe sedema krîzê lê belê kiryarên bêexlaqê ku gel dişkînin jî wisa ne. Li vir nabe ku mirov li ser azadiya afrîneriyê biaxive di ronahiya pêkanîna sûcan de. Ev celebê melodiyên ecêb ên ku armanca wan têrkirina hestê mirovî ye, carna digihîje narkotîkê, mîna hişbiran ku dihêle zarok bi bêhişiyê tevgerên hîsterîk bikin.” 
Seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Hiqûqnasên Jin ên Misrê ya ji bo Mafên Jinan Heba Adel dinirxîne ku ev pêvajo pêvajoyeke sîstematîk e ji bo paşguhkirina hişmendiya gel a ku civak ji bo pêşerojeke baştir hewce dike. Li vir divê dewlet û medya mudxele bikin ku hunera bilind a berdest, ronî bibe wekî ku berê di mîhrîcanan de, şahiyên ronîkirina bajaran, şahiyên mehane û serayan, dihatin kirin. Êdî xebateke hunerî û çandî ya rast û bi bandor nemaye.