Fîlma ‘Kobanê’ li Qamişlo bû

Fîlma ‘Kobanê’ ya qala berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê dike, piştî ku ewil car li Kobanê hat pêşandan, duh li Qamişlo bû.

Qamişlo – Filma ‘Kobanê’ ya derhênêriya wê ji aliyê Ozlem Yaşar ve hatiye kirin bi Komîna Fîlm a Rojava re  hatiye çêkirin duh êvarê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera li bajarê Qmaişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlîbûna bi sedan kesan hate pêşandan. Filîma Kobanê beriya vê demekê li bajarê Kobanê hatibû pêşandan, duh jî bi eleqedariyek mezin a filmhêzan li Qamişlo hat pêşandan. 

Film berxwedan û têkoşîna gelê kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê nîşan dide. Her wiha di filîmê de sekna Fermandar Zehra û şervanên YPJ/YPG li hember hişmendiya DAIŞ’ê çawa şer kirine û DAIŞ’ê têkbirine nîşan dide.

Lîstokvana filma Kobanê, Necbîr Xanim a di pêşandana filmê de amade bû nêrîna xwe bi me re parvekir.

‘Film beşek ji şer û berxwedana Kobanê nîşan dida’

Necbîr Xanim di destpêka axaftina xwe de naveroka filîmê nirxand û destnîşan kir ku film berxwedana Kobanê û şehîdên Kobanê nîşan dide û teqez kir ku armanca wan di vê filmê de ew bû ku rastiya ku li Kobanê hatibû jiyîn nîşanî tevahî kesan bidin û wiha bal kişand li ser rola jinan di filmê de: “Rola jinan di filîmê de sereke bû, bi taybet rola Zehra pir diyarde bû ku jinek şoreşger çawa şer bi rê ve dibe û bi fermandar û pêşengtiya jinê Kobanê bi ser dikeve.”

‘Em dixwazin tevahî kes berxwedana Kobanê nas bikin’

Necbîr Xanim da zanîn ku ew dema rol di filmê de digirt gelê Kobanê pir alîkariya wê kirine û diyar kir ku di her sehneya ku dileyîst ew ruhê Kobanê dijiya û destnîşan kir ku ew rola şehîd Asmîn lîstiye û rola wê lîstîn jî barek mezin daye ser milê wê û wiha axaftina xwe domand: “Di gava yekem de ez gelek li ber xwe diketim ku ez ê çawa egidî û berxwedana wan jinên şoreşger nîşan bidim. Dema ez di kolanên Kobanê de derbas dibûm, bi rastî jî min ruhê Asmîn li wan kolanan dijiya. Di filmê de jî diyar dibe ku kêfxweşî, êş, moral, serkevin û kelecan bi hev re tên jiyîn. Dema me film dikişand, hin hevalên me beşdarî şerê Girê Spî û Serêkanî bûn û hin ji wan şehîd ketin. Ji bo ku xeyala wan jî di nivî de nemîne me soz da ku em filîmê xwe bi encam bikin ku îro amadebûye û gelê me qehremaniya Kobanê temaşe dikin. Heta niha li bajarê Kobanê, Minbiç, Reqa, Şehba, Hesekê, Rimêlan, Dêrîk û niha jî li bajarê Qamişlo tê pêşandan. Em dixwazin tevahî cîhan berxwedana şervanên Kobanê bi nasin.”