'Zimanê karîkaturê alîgirê jinan e!'

Karîkaturîst Aisha Madhous bal kişand ser kêmbûna hejmara karîkaturîstên jin ên li Mexrîbê û got ku jin bêyî ku di bin zexta pîvanên civakî de bin, dikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin û dikarin di vî warî de hebûna xwe nîşan bidin.

HANAN MAP

Mexrîb – Beşa ewil a pêşangeha Rojên Karîkatûrên Jinê ku li bajarê Kazablanka ya Mexrîbê di navbera 15’ê Cotmehê û 15’ê Mijdarê da hat lidarxistin bi dawî bû. Çalakî ji bo balkişandina li ser wekheviya zayendî ya bi sernavê "Wardiya we ya li El Shaqa" ku tê wateya "rola we di karê malê de" hat lidarxistin. Her wiha armanca çalakiyê pêşxistina şarezayên xwendekarên jin ên di warê hunera karîkaturê de bû. Karîkaturîst Aisha Madhous ku beşdarî çalakiyan bû ji ajansa me re axivî.

Aisha Madhous qala destpêkirina xwe ya hûnera karîkaturê kir û wiha got; “Ji zarokatiya xwe ve bi giştî bi xêzkirinê re eleqedar bûm û min dixwest bi xwendinê qabiliyeta xwe pêş bixim. Dema ku min ragihandina qursê di warê karîkaturê de dît, min xwest ez xeyalên xwe pêk bînim. Her çiqas şert û merc zor li min kirin jî min xeyalên xwe pêk anî." 

'Mijarên ez jê bawer bûm, bi awayê pêkenokan min karîkaturîze kir'

Aisha Madhous da zanîn ku wê di qonaxên ewil de zêde der barê karîkaturan de nizanibû û wiha pêl da gotinên xwe, "Min ji bilî navê karîkaturê tiştek nizanibû û piştre ez beşdarî rêze lêkolînan bûm ku hişt mijarên ez jê bawer im bi tinazî vebêjim. Di nav de xurtkirina hebûna jinê û şikandina desthilatdariya baviksalarî. Li cihekî weke Mexrîbê tenê wênesazeke jin heye. Armanca vekirina pêşangehê îro ji bo jinan derfetek e. Divê jin beşdarî vê pêşangehê bibin û hêza xwe ya bi vî hunerî îspat bikin.”

'Karîkatur peyameke gerdûnî ye'

Aisha Madhous a qala sedemên eleqedarbûna xwe ya vê hûnerê kir, wiha got: “Karîkatur amûrek e ku bi xêzkirina li ser mijarên cihêreng ramanan îfade dike; ew peyamek gerdûnî ye ku ji hêla herkesî, xwende û nexwendî, pîr û ciwan ve dikare were xwendin. Ji ber ku peyam bi xêzkirinê tê ragihandin, hemî mirovên ku bi zimanên cûda diaxivin bi gelemperî dikarin peyamê fam bikin. Di civakên baviksalarî de ji mêran re zêdetir cih tê dayîn ku xwe îfade bikin. Ger jin di vê mijarê de bi wêrekî nêrînên xwe bînin ziman ji aliyê civakê ve rastî êrîşan tên. Belkî jî ev e ku jinan ji vê qadê dûr dixe. Li gel ku hin mijarên ku em normal dibînin divê bi tinazan bên nîqaşkirin, lê civak jî wek tabû dibîne û tercîh dike ku nekeve nava wê."

Tiştên ku jin nikarin bibêjin, bi xêzkirinên xwe bilêv dike

Aisha Madhous anî ziman ku ew bi xêzkirina xwe dengan dide jinan û wiha got; "Dema ku ez bi pirsgirêka jinê re mijûl dibim, ez hewl didim ku li kêleka wê bim û tiştê ku ew nikare bêje bêjim, ji ber ku tenê jineke weke wê dikare wê fêm bike. Jin hene ku ji mêran jêhatîtir in û ev jin ji ber hin zextên civakî nikare hestên xwe bîne ziman. Ji bo guhertina feraseta cudakariya zayendî û newekheviyê ez li ser van mijaran disekinim."

'Divê jin netirsin'

Di dawiya axaftina xwe de Aisha Madhous wiha got: “Jin baweriya xwe çawa dixwazin bînin ziman, netirsin, bêhêvî nebin û hewl bidin xwe bi pêş bixin.”