Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê 13'ê Cotmehê dest pê dike

"Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê" ku bi beşdariya sînemagerên Kurd û sînemaya Kurdî, hezkiriyên sînemayê re digihîjîne hev, îsal di 13'ê Cotmehê de starta xwe dide. Li ser amadekariyên festîvalê helbestvan û nivîskar Meral Şîmşek nivîsand.

Navenda Nûçeyan – "Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê" ku bi salan e bi beşdariya sînemagerên Kurd ên ji çar aliyên cîhanê tê lidarxistin û sînemaya Kurdî bi hezkiriyên sînemayê re digihîjînê hev, îsal di 13'ê Cotmeha de dê 12'emîn starta xwe bide û heta 19’ê Cotmehê berdewam bike.

Xala nîvend a festîvala îsal “Rojava” ye. Festîvala ku dê careke din Rojava bi hemû êş, berxwedan û hêviyên wê rabixe ber çavan dê gelek çalakiyên hunerî jî pêşkêşî mêvanan bike. Fîlm û belgefîlmên ku bi taybetî jinên Rojava yên bi berxwedana xwe ji gelên cîhanê re dibin mînak dê rola girîng a jinan a li Rojava bê nîşandan.

Festîval pir berfireh e

Festîvala ku dê gelek qadên hunerê bîne cem dê bi konsepteke pir xurt pêk bîne. Ji ber vê yekê pir girîng e ku temaşevanên xwe tevî pêşandanek yekrengî neke. Ji bilî fîlmên metraj dirêj û kurt, belgefîlm, pêşangeh, xwendina nivîskaran, fîlmên Kurdî yên zarokan û pêşbirkeke kurtefîlman dê festîvalê berfirehtir bike.

Di serdema me de ku li gelek deverên cîhanê jin û zarok bi awayekî hovane tên qetilkirin û rastî qirkirina çandî tên de, xistina jin û zarok a navenda festîvalê hem ji aliyê hunerî ve hem jî ji aliyê civakî ve peyamên pir girîng dihewîne. Fîlmên zarokan bûne beşek ji konsepteke gelekî girîng ku li dijî asîmîlasyona çanda Kurdan hatiye afirandin. Di roja me ya îroyîn de ku berxwedanên jinan pêl bi pêl belav dibin, li berçavgirtina jiyana bi mînak a jinên Rojava ne tenê ji bo Kurdan, ji bo berxwedana jinên çar aliyên cîhanê jî balkêş e.

Dê pêşbirka kurtefîlman bê lidarxistin

Pêşbirka kurtefîlman ku di çarçoveya festîvalê de bê lidarxistin jî bedewiyeke din a festîvalê ye. Pêşbirk dê ji bo qezanckirina dengên nû yê ji sînemaya Kurdî re jî piştgiriyek mezin bide û her wiha dê ji bo gelek jêhatiyan derfet bide ku berhemên xwe ragihînin temaşevanan.

Ji bo em bi hev re careke din bibînin ku divê em tu carî bandorên hunerê yên wekî bîra civakî, başbûna civakî û şiyarbûna civakî paşguh nekin, bi hêviya dîtina ji nû ve û gelek tiştên din, ji "12’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê!” re.