Bi pirtûka xwe ji bo zarokên ku çavên wan nabîne bû ronahî

Tayma Salama ya ku li Xezayê ji bo zarokên ku çavên wan nabîne pirtûka "Darbir û Dar" amade kir, tevî hemû zehmetiyên dikşîne jî kêfxweşiya ya ji bo xebatan tîne ziman û dibêje ku dest bi amadekariya pirtûkek nû kiriye.

RAFIF ESLEEM

Xeza –Xwendina pirtûkên ku ji bo kesên çavên wan nabîne ango pirtûkên ku bi dest tên xwendin, wekî ku tu çavên xwe bibînî û bixwînî ne. Ev pirtûk ji bo kesên ku çavên wan nabîne hatine amadekirin. Bi alfabeya Braille tê amadekirin. Tayma Salama ya 20 salî ku li Xezayê dijî jî pirtûkek bi navê "Darbir û Dar" ku ji bo zarokên çavên wan nabîne ji çîrokên kurt pêk tê nivîsand. Tayma Salama di vê rêwîtiya ku bi tena serê xwe dest pê kir de ji malbat û kesên çavên wan nabînin piştgirî digre, wiha dibêje: “Der barê kesên çavên wan nabîne de ne xebata min a yekem e. Sala borî jî min pêşangeheke wêneyan vekir. Min wêneyên stereoskopîk çêkir. Keçeke kor a 25 salî ku serdana pêşangehê kir, fêr bû ku wêne di aliyê wateyê de tê çi wateyê. Ev ji bo min kêfxweşiyek mezin bû.”

“Divê hunermend xîtabê civakê bikin”

Tayma Salama da zanîn ku divê hunermend xwe bigihîjînin hemû beşên civakê û wiha dibêje: “Divê hunermend xîtabî civakê bikin, xwe bigihîjînin hemû beşên civakê û di mijarên cuda de peyaman bidin. Ger ev hemû pêk neyên hunermend di hunera xwe de serkeftî nabin.” Tayma Salama bal kişand ser pirtûka xwe ya "Darbir û Dar" û bi van gotinan bal kişand ser zehmetiyên dibîne: "Amadekirina vê pirtûkê hêsan nebû. Ji ber ku dema zarok pirtûkê bixwîne dê tiliyên xwe deyne û wisa bixwîne. Ji bo vê divê malzemeyên di pirtûkê de tên bikaranîn bi tendurist bin. Dibe ku gec û malzemeyên din zirarê bidin tiliyên zarokan. Ji ber vê ez ketim nava xebatek mezin.”

Min dest bi amadekirina pirtûkek nû kir”

Tayma Salama, da zanîn di mijara kirîna malzemeyan de dikeve nava hewldaneke cidî lê her car serkeftî nabe û wiha axivî: “Min jî berê xwe da saziyên din. Ez bi ser ketim, min hewl ku ji Navenda Fransî bexş bistînim. Niha min bi teknolojî û malzemeyên cuda dest bi amadekirina pirtûkeke nû ya çîrokan kir. Dê ji bo hemû beşên civakê cihê kêfxweşiyê be. Min zehmetiyên heyî bi hewldanê derbas kir. Lê belê berhema ku wek encam derket holê, ji bo min bû çavkaniya kêfxweşiyek.”

"Ez ê li pey xeyalên xwe biçim"

Tayma Salama der barê xebata xwe ya nû de agahî da û wiha got: “Ez dixwazim di xebata xwe ya nû de kesên çavên wan nabînin jî tevli xebatê bikim. Xeyalên min di vî warî de ne. Ez kêfxweşiya ku dema destên xwe didin pirtûkê dijîn, difikirim. Dibe ku em di dema meşandina xebatê de gelek zehmetî bijîn lê pêşkêşkirina tiştên ku kes cesaret nake behsa wan bike serkeftinek cuda ye. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî li pey xeyalên xwe biçim û riya xwe bi vî awayî bidomînim.”