Festîvala Şano ya "Arîn bisk û zulfên aştiyê ye" dest pê kir

Yekemîn festîvala şanoyê ya "Arîn bisk û zulfên aştiyê ye" dest pê kir. Beşdarvanên di festîvalê de destnîşan kirin ku festîval xwedî derketina li çanda pêkhateyên herêmê ye û bersiva êrîşan e.

 
Kobanê - Desteya Çandê ya herêma Firatê bi alîkariya Tevgera Mezebotamya ya Çand û Hûnera demokratîk li herêma Firatê di bin silogana "Arîn bisk û zulfên aştiyê ye" dest bi festîvala şanoyê kirin. Festîvala şanoyê ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye wê 7 rojan bi beşdarbûna komên ji Tebqa, Reqa, Minbic, Heleb, Kobanê û Efrînê bidome. 
Di festîvala ku li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido hat li darxistin, bi dehan ji şêniyên Kobanê û Rêveberiya Xweser, sazî û rêxistinên civaka sivîl, hunermend, şanoger û mêvanên ji bajarên cuda yên herêma Firatê amede bûn. Festîval bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Pişt re axaftin ji aliyê cîgira meclîsa rêveber ya herêma Firatê Emîne Bekir ve hat kirin.
Emîne Bekir wiha got: "Li darxistina festîvaleke bi vî rengî li herêma Firatê ji bo me şêniyên herêmê cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane bi êrîş, gef û komkujiyên dewleta tirk re rû bi rû ne. Ew hewil didin ku pêkhateyên vê herêmê di qirkirinê re derbas bikin û pergala me tune bikin. Lê em ji van êrîşan bi hêztirin, ev festîvala çand û hûnerî jî bersive  ku em xwedî hebûn û vîneke mezinin."
Paşê Festîvalê di roja yekemîn de bi pêkêşkirina şanoya mûzikê ya destana Memê Alan destpê kir. Li kêlek şanoya ku hatî pêkêş kirin, pêşenageha wênayan jî hat vekirin. Hat payîn ku wê di 6 rojên mayî de her roj bajarek şanoyekê pêşkêş bike.
"Festîval rengê hemû pêkhateyên li herêmê pêkêş dike"
Cîgira Desteya Çandê ya herêma Firatê û endama komîtetya amedekar ya festîvalê Rodîn Yusif wiha axivî: "Piştî amedekariyên 5 mehan, me îro dest bi yekemîn festîvala şanoyê ya şehîd Arîn Mîrkan kir. Divyabû ku me di salvegera şehîd Arîn de, di 5`ê Cotmehê de li darxista, lê ji ber belavbûna şewba vîrûsa Korona û qedexeya derketina ji derve me taloq kir. Festîval li ser asta herêmên Tebqa, Reqa, Minbic, Kobanê, Heleb û Efrîn e. Her wiha me pêwindî bi Şam û Başûrê Kurdistanê re çêkir, lê ji ber vîrûsa Korona mixabin derfet çênebû ku ew jî beşdar bibin. Ji Îsal û şûn ve, wê ev festîval her sal li bajarekî di bin silogana "Arîn bisik û zulfên aştiyê ye" were li darxistin. Ji ber ku ev sal ya yekemîn, em baştirîn derhêner, lîsikvan, nivîskar û hwd hilnabjêrin, lê di salên pêşiya me dê wê ev yek jî pêk were."
"Emê bibin bersiva hemû êrîşên li ser herêmê"
Rodînê bal kişand ser peyam û armanca festîvalê û wiha got: "Şano mirêka civakê ye, ji ber vê mirov dikare xwe bi riya şano yê bighîne civakê û çanda xwe zindî bihêle. Her wiha peyama me ya herî sereke ewe ku em li hember hemû rêbazên êrîşan bibin bersiv û bikarbin gelê xwe ji bin bandora şerê heyî derxin. Bi taybet jî em weke jin, Arîn Mîrkan ji bo sembola jin berxwedêr û canfeda ye. Ji lewra emê bi riya vê festîvalê xwedî li mîrateya wê derkevin."
"Destana Memê Alan di dîroka me de xwedî wate û girîngî ye"  
Her wiha şanoger Roşîn Osî ku rola Xezalê hevjîna Memê Alan di şanoyê de lîst hestên xwe wiha anî ziman: "Me gelek astengî û ked jiyan kir heta ku me ev şano pêşkêş kir. Ev saleke ku em li ser vê şanoyê dixebitin. Rola ku min lîst gelek dijwar bû, hestên wê gelek cuda bûn. Me xwest ku em têkoşîn û azarên jinên Kurd û bi taybet jî hevjînên şehîdan nîşan bidin. Ji ber vê em silaveke mezin ji hevjîn, dayîk û zarokên canogriyan re dişînin ku ew bi hêzeke mezin jiyana xwe berdewam dikin. Her wiha ev destaneke me pêkêş kir, destaneke xwedî wateya di dîroka gelê Kurd e. Her wiha em weke gelê Kurd jî heta vê rojê heman bûyeran dijîn, ji lewra me xwest vê destanê zindî û nûjen bikin."