Ezîme Ezîz berpirsiyariya parastina çandê girtiye ser milên xwe
Parastina çandê ne tenê berpirsyariya saziyên fermî ye, erkê her kesê ye. Ezîme Ezîz yek ji wan jinan e ku bi riya Rêxistina Geşepêdana Çandî, berpirsyariya parastina çandê girtiye ser milên xwe.
MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Çand ne tenê kevneşopî, cil û berg û stran e; nasname, dîrok û bîra neteweyî ya gelê Kurd e. Di dîrokê de, rastî gelek guhertin û xeteran hatiye. Parastina çandê ji bo Kurdan gelek girîng e. Parastina çandê ji bo Kurdan parastina hebûnê ye. Ji ber wê çanda Kurd bûye dîwar û keleh. Bi taybetî jin bûne parêzvanên çandê û her dem hewl didin biparêzin.
Ger em zimanê xwe biparêzin, dîroka xwe bixwînin û huner û kevneşopiyên xwe bidin nifşê pêşerojê, em ê ne tenê rabirdûya xwe, di heman demê de pêşeroja nasnameya xwe jî biparêzin. Çand mîrateyek ji rabirdûyê ye lê parastina wê îro berpirsiyariya me ye. Parastina çanda Kurd bi destên jinan, parastina nasnameya neteweyî ye. Seroka Rêxistina Bîla ya ji bo Geşepêdana Çandî, Ezîme Ezîz, der barê hewldanên parastina çandê de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Rêxistina min beşek ji çandê ye û ez herî zêde girîngî didim kesên karê çandî dikin û hemû mijarên muzîk, huner û berhemên destan.”
‘Niha em çandê bi riya dapîr û bapîrên xwe zindî dikin’
Ezîme Ezîz da zanîn ku girîngîdayîna çandê beşek ji erka neteweyî ye û wiha got: “Em girîngiyê didin xebata dapîr û bapîrên xwe, demên berê, qet girîngî nedidan cilên Kurdî. Lê niha destmal û cilên Kurdî di modê de cihê xwe girtine û ciwanên me van cilan li xwe dikin da ku remza Kurdbûnê nîşan bidin. Ji bo çanda me zindî bimîne, ez gelek caran ji beşdaran dixwazim girîngiyê bidin çandê û beşdarî xebatên çanda Kurdî bibin da ku zindî bibe.”
‘Ji bo dewlemendkirina çandê divê em zêdetir mihrîcanan li dar bixin’
Ezîme Ezîz wiha domand: “Kurd xwedî dîrok û navê xwe ne û niha em dikarin bi saya mihrîcanan vê çandê biparêzin. Mînak mêvan tên, kiras an destmalek bedew dikirin. Paşê ew wê bi kar tînin. An jî keç û xwişkên me tînin bîra xwe ka dayîkên wan çi li xwe kirine. Werin em çand û hunera xwe ji nifşên xwe re bihêlin. Divê dayîk û jin zarokên xwe perwerde bikin û bandorê li ser jiyana wan bikin da ku dilê zarokên xwe xweş bikin.”
‘Jin parêzvanên çandê ne’
Ezîme Ezîz di dawiyê de têkildarî parastina çanda Kurdî divê çi bê kirin wiha got: “Jin parêzvanên çandê ne û dikarin bandorê li hevjîn û zarokan bikin ku cil û bergên Kurdî li xwe bikin. Peyama min ew e ku divê jin çanda resen a Kurdî winda nekin û bêhtir girîngiyê bidin û bi pêş bixin, zarok û neviyên xwe wisa perwerde bikin ku ji çandê hez bikin.”