Di mîhrîcana çand û zanîstê de çanda Kurdî hate zindîkirin

Şeşemîn mîhrîcana salane ya Peymangeha Zanistiya Kompîterê li bajarokê Qeladizê bi beşdariya mamoste û xwendekaran birêve çû.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn - Li Peymangeha Zanistiya Kompîterê ya li bajarokê Qeladiz şeşemîn mîhrîcana çand û zanistê ya ku her sal tê lidarxistin bi beşdarbûna mamosta û xwendevanan hate li darxistin. Di mîhrîcanê de xwendevanan hirî bi şeh şeh kirin û gelak çalakiyên kevin yên Kurdewarî û hunerî bi zindî nîşan dan û çanda resen a Kurdî pêşkêşî beşdarvanan kirin.

Xwendevana peymangehê Derya Mehemed Salih der barê mîhrîcanê de ji ajansa me re avivî û diyar kir ku jinên ciwan yên Qeladizê karine cihê xwe di hemû qadên weke zanîst, huner û çandê de bikin û wiha got; “Di mîhrîcanê de gelek projeyên ciwan û zanîstî pêşkêşî beşdarvanan hate kirin ku civak jê sûdê bigrin.”

Xwendevanek din ya bi navê Hesre Mihemed destnîşan kir ku peymangeha wan her sal vê mîhrîcana çand û zanîstî lidar dixe û wiha got; “Armanca lidarxistina mîhrîcanê pêşxitin û derxistina hêza me ye, di aliyê çandî de da ku hîn zêdetir kevneşopiyên Kurdan yên ku berê hene were zindîkirin û rola jinan rabixin ber çavan ev mîhrîcan hat li darxistin.”