Şenge û Şînya di konê xwe de berhemên xwe nîşan didin

Şenge û Şînya du hevalên hev in bi hewldanên xwe berhemên destan ji bo xwe çêkirin û bi berhemên ku çêkiribûn beşdarî festîvala heştemîn a hinaran bûn, di konê xwe de berhemên xwe nîşan dan.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce – Heştemîn festîvala hinar û peyîzî ya Helepçeyê di rojên 27-29’ê Cotmehê de hat lidarxistin, rêjeyek zêde ya firoşyarên jin tê de hebûn, bi hinar, berhemên xwarin, xwemalî, cil û bergên Kurdewarî û karên destan beşdar bûn.

Şînya Elî û Şenge Baqî du jinên ciwan ên havalên hev bi hev re beşdarî festîvala hinaran bûn, di konê xwe de berhemên xwe yên destan nîşan dan û bi riya online karê xwe bi rê ve dibin.

‘Ciwanên ku zanîngehê dixwînin û li benda kar dimînin dikarin ji xwe re derfetên din ava bikin’

Şînya Elî wiha behsa karê xwe kir û got: “Me bi xwe hewl da em dest bi karê xwe bikin, ji ber niha ciwanên ku zanîngeh temam kirine li benda hikumetê mane, dikarin bi riyên cuda derfetên karên taybet ji bo xwe ava bikin, em jî bi riya online karê xwe dikin û me sînor derbas kiriye. Di karê xwe de em bûn xwedî gelek fikir û ramanan. Me çenteyên milan ku niha ciwan gelek bi kar tînin û ji bo parastina xwezayê girîng in çêkirin.”

Şenga Baqî diyar kir ku her çendî ji wan re hatiye gotin ku ev festîvala hinaran e pêwîst nake ew beşdar bibin lê belê ew bi berhemên xwe yên cur be cur beşdar bûne û wiha bi dawî kir: “Em beşdarbûna xwe ya vê festîvalê gelek girîng dibînin, ji ber ku Helepçe cihekî girtî ye û xelk tenê di nava xwe de bazar dikin û dikarin bi vê riyê tiştên xwe bi derve bidin nasîn. Daxwaza min ji jinan ew e ku kar bikin û bikaribin li ser lingên xwe bisekinin da ku çavên wan li destên kesan nemîne.”