NavendaNûçeyan – Îsal dê 9’emîn Festîvala Navneteweyî ya Derhênerên Jin, li Îzmîrê bê lidarxistin. Festîval wê di 24’ê Nîsanê de dest pê bike û heya 29’ê Nîsanê jî dê berdewam bike.
Armanca festîvalê
Armanca festîvalê ew e ku derhênerên jin û jinên ku di vê pîşesaziyê de dixebitin bîne gel hev. Her wiha derhênerên jin û fîlmên wan bêtir xuya bikin, piştgiriya derhênerên jin bike, di heman demê de rê li ber derhênerên ciwan veke.
Bernameya festîvalê
Bernameya festîvalê 69 fîlmên ji 29 welatan, 5 atolye, 2 masterklas û nîqaşan dihewîne. Atolye û çalakî dê li Navenda Çanda Fransî, Navenda Çanda Îtalyayê û Navenda Hunerê ya Ehmed Adnan Saygun pêk werin.




