“Min biryar da ku vegerim karên xwe yên edebî da ku ji tirs û xemê dûr bikevim”

Roman tevliheviyek ji rastî û xeyalê ye û behsa serdema ku Misir di dema El-Neqşbendî de jiyaye û bûyerên çandî, siyasî û civakî dike.

ASMAA FATHÎ

Qahîre-Di nêrîna pêşîn de, gava ku mirov dest bi xwendina romana El-Neqşbendî dike, mirov xwe di nav hêsaniyek û xwehezkirinê de dibîne. Ji şêwaza romannivîsê ku dikaribû çîrokbêjiyê bi naveroka lêkolînê ya bi xwezaya jînenîgariya lehengê çîroka xwe ve girêdayî ye tevlihev bike, kêfxweş dibe. Mirov bi kelecan li bendê ye ji bo ku bizane rêwîtiya rewşenbîrî ya Nasra dê li ku derê derkeve û xwe-nirxandinên ku ev jin dike, di kûrahiya hewesa xwe ya windabûyî de digere, di ser çil salî de ye.

Di nav rêzek balkêş a bûyerên romana "El-Neqşbendî" de, dibe ku hûn di hundirê xwe de li bersiva pirsên Nasra yên li ser jiyan û rabirdûya wê û tiştê ku ew dixwaze ji bo xwe dûrî xeyalên xwe bi dest bixe, bigerin ku her tim bi malbatê ve hatine girêdan. Di rêwîtiya balkêş a xwendinê de, mirov dê nivîskara wê romanê jî bêtir nas bike ku bi salan wekî rojnamevanek serbixwe xebitî û bi qasî 5 salan pispora mijarên avhewayê bû. Vê dawiyê însiyatîfek bi navê "Dibistana Avhewayê" da destpêkirin, di heman demê de wê hewl da ku ji bo jinan bi ser bikeve bi taybetî yên ku di nav ambargoyên çîna navîn de ne bi riya ragihandina ramanên xwe.

 Di hevpeyvînek ligel ajansa me, romannivîs Rehma Diya behsa sedema hilbijartina kesayeta El-Neqşbendî weke lehengê romana xwe û însiyatîfa xwe ya dibistana avhewayê kir.

Tu dikarî ji me re behsa sedemên hilbijartina karakterê El-Neqşbendî ji bo leheng û sernavê romana xwe bikî?

Nivîsandin hezkirina min e ji biçûkatiya min ve û di sala 2017'an de serpêhatiyeke min a edebî ya berê bi navê Reqseke bi El-Rûmî re hebû. Bi girtin û heyama koronayê, min biryar da ku vegerim karê xwe yê edebî da ku dûrî xem û tirsên xwe bikevim. Ez dilgeş bûm ku li ser romanek biyografîk bixebitim ji ber ku ew karekî munasib e, jêhatîbûna min a rojnamevaniyê di lêkolînê de û hezkirina min ji nivîsandin û ziman re li hev dike lewre ew dibe tevliheviyek ji bo belgekirin û xeyalê.

Hilbijartin pêşî ji çavkaniya hezkirina min a ji El-Neqşbendî û dengê wî re hat û min hîs kir ku ew kesê herî dilsoj bû di vê heyama dijwar a ku em tev tê re derbas dibin de. Ev heyama ku girêdayî hebûna nexweşiyek cîhanî ye, gefan li jiyana me dixwe. Gava ku min dest bi xwendina bêtir li ser jiyana wî kir, min ji bilî dengê wî yê milyaketî ku hêjayî nivîsandinê ye; çîrokên rastîn îlham û aliyên din dît. Ez bi nivîskar Mihemed Tewfîq re dipeyivîm, yê ku li meydanê ji min re wek bavekî ruhanî ye û wî rêberiya min kir ku ez kesekî jê hez dikim hilbijêrim. Min çend nav lê kirin û jê re behsa wan kir û dema ku min navê Neqşîbendî anî ziman, em herdu pê hesiyan ku tiştê me dixwest me dît.

 Ev vegotina romanê di du deman de derbas dibe, beşek di dema niha de girêdayî rêwîtiya ku Şêx Seyîd El-Neqşbendî û Nasra anîne cem hev û yê din jî di dema borî de ye ku em serdema jiyana Şêx El-Neqşbendî, rewş û hûrguliyên ku tê de jiyaye û beşa Nasrayê bi bîr bînin. Her wiha di navbera wan de pevguherîna peyvan jî heye.

Lehenga romanê bi pirsên xwe yên li ser pêşeroja xwe û qonaxa ku tê de asê maye û bi nirxandinên xwe ve bala gelek kesan kişand. Hûn dikarin ji me re zêdetir behsa Nasra û pîvanên karakterê wê bikin?

Roman tevliheviyek ji rastî û xeyalê ye û behsa serdema ku Misir di dema El-Neqşbendî de jiyaye û bûyerên çandî, siyasî û civakî dike. Di heman demê de aliyekî wê yê xeyalî jî heye, ew jî rêwîtiya ku di navbera lehenga romanê "Nasra" û "Seyîd El-Neqşebendî" de derbas dibe ye.

Ew jinek ji çîna navîn e ku dişibe bi milyonan jinên ku min ji bo wan hewl daye bi riya romana xwe behsa wan bikim. Ew li ber temenê çil salî radiweste û mirov wê tirsnak dibîne û ya ku tê piştî wê bi tevahî cuda ye ji ya berî wê. Gelek fikir wê dorpêç dikin der barê tiştên ku pêk aniye û tiştên ku nikaribû pêk bîne de.

Gera ji bo lêkolînê Nasra, wê dibe nav defterên wê yên kevin û dibîne ku ew bi eşqa nivîs û edebiyatê bûye, beşdarî semînerên çandî bûye lewre ew biryar dide ku projeyek romanî ava bike û Şêx Seyîd El-Neqşbendî hildibijêre ku li ser binivîsîne. Di yekem lêkolîna xwe de, ew biryar dide ku biçe Tanta ji ber ku wî beşek mezin ji jiyana xwe li wir derbas kiriye. Ji ber vê yekê jiyana wê tê guhertin, bi hîleyek romanî di dema niha de El-Neqşbendî nas dike û di navbera wan de nîqaş çêdibin û hemû pirsên ku bala wê dikşînin jê dipirsin û çîrokan vedibêjin.

 Rehma Diya dibêje ku wê xwest wê bike mîna gelek jinên çîna navîn ên ku xwedî heman şert û mercan in û di heman hawirdorê de, xem, fikar û xewnan de dijîn da ku bi riya wan hewl bide ku ji bo yên wekî wê bi ser bikevin. Nasra rewşa gelek jinan nîşan dide, hin ji wan ji ber şert û merc, civak, mêr an bavên wan bi perwerdeyek ku şop di jiyana wan de hiştiye û bandorê li tiştên ku ji wan maye, bêzar bûne kiriye

Romana te ya yekem olanek mezin afirand û xelatek bi navê nivîskarê mezin Xeyrî Şelabî girt gelo te bawer dikir ew ê bigihîje wê serkeftinê?

Berî nivîsandina romanê, ez di warê çapkirinê de dudil bûm, ji ber ku ez di serpêhatiyeke berê re derbas bûm ku zêde deng nedabû û ez wekî nivîskarek bi xwe ne bawer bûm, ji ber ku ez di warê rojnamegeriyê de piştrast û serketî bûm, ez ji vekişînê ditirsiyam.

 Ez ji bilindbûna wê matmayî mam, bo lîsteya kurt û paşê serkeftina wê, nemaze ku di pêşbirkê de berhemên wisa giranbuha hebûn ku Dar El-Şorûk hin ji wan çap kirin ji ber ku min hêja dît, ez bi vê gavê pir kêfxweş bûm. Nemaze ku navê wêjevanekî mezin û xwedî îlham Xeyrî Şelabî û yek ji mezintirîn weşanxaneyên wê "El-Şorûk" jî hildigire.

Bi pirs û nirxandinên lehenga romana te û serpêhatiya te gelo jin bêyî ku bigihîjin tiştekî, jiyana xwe xirab dikin û piştî çil salî îmkana sererastkirina wê çi ye?

Hilbijartina temenê çil salî û ramana ku mirov di temenekî diyarkirî de radiweste û hîs dike ku jiyana wî qediyaye û êdî cih nemaye destkeftiyan bike yan bîranînan ava bike yan jî hûrguliyên cuda bijî mîna ku jiyan bi dawî bibe.

 Di romanê de em pê dizanin ku divê jin li kêleka malbata xwe li xwe xwedî derbikevin û xwedî hebûn, eleqe, behremendî û çalakiyên xwe bin da ku bikaribin xwe têr bikin, li kesên derdora xwe xwedî derkevin. Di dawiyê de zarokên me nîn in ji ber ku ew zarokên jiyanê ne.

Gelo hûn dikarin ji me re behsa însiyatîfa xwe "Dibistana Avhewa" ya ji bo perwerdekirin û mijûlbûna bi pirsgirêkên avhewayê re bikin?

 Di Tîrmeha 2021'ê de, min însiyatîfê bi ferdî ragihand û ev tenê ramanek bû ku ez bi dehan rahênanan li hundur û derveyî Misrê werbigirim ku vê yekê hişt di karê xwe de sûd bigrim. Min hîs kir ku ew deynek e ez dixwazim bi riya ezmûna ku li gel min heye bidim.

Însiyatîf ne tenê hevkarên li Misrê lê di heman demê de cîhana Ereb jî dike armanc di  ronahiya çavkaniyên sînordar de ku heya niha hemû bi riya girêdanên zoom-a belaş li serhêl in û her kesê ku bixwaze tevlê bibe dikare bêyî şert û mercan vê yekê bike.

Em her wiha armanc dikin ku bi vê însiyatîfê, ji bilî peydakirina perwerde û derfetan, xwendekarên Koleja Ragihandinê teşwîq bikin ku di vî warê girîng de binivîsin û wan ji hûrguliyên wê agahdar bikin. Ji ber ku dê di pêşerojê de xwedan cihek mezin di rojnameyên herêmî û Erebî de bin di ronahiya şert û mercên avhewayê yên heyî ku gelek jê êşê dikşînin.

Di van mehên borî de, me bi Saziya Çapemeniya Mirovî re li Yemenê hevkarî kir ku bi riya wê perwerdeya 20 rojnamevanan li wir dabîn kir û wan mertalê rûmetê dan me. Her wiha Yekitiya Ragihandina Jinan a Misrê bi me re beşdarî naveroka perwerdeyê bû ku di heyama sê mehan de ji bo çêkirina fîlman li ser jîngehê û bi riya Dibistana Avhewayê, me sê bûrs ji keçan re dabîn kir ku beşdarî bernameyê bibin.

 Di heyama li pêş de, em ê hevahengiyê ligel çend aliyan bikin, çi bi pêşkêşkirina pisporan ji bo rahênanê bi riya Dibistana Avhewayê, di nav de Neteweyên Yekbûyî jî heye her wiha em xwe ji bo dema li pêş amade dikin ku naveroka perwerdeyê li ser zayendî û guherîna avhewayê amade bikin û ya din jî li ser mijarên adaptasyona ji bo guherînê û çareseriya rojnamegeriyê û bikaranîna wê di mijarên avhewa û jîngehê de.

We behsa yek ji perwerdeyên ku hûn li ser "Zayend û Avhewayê" amade dikin kir gelo heya çi radeyê hûn dibînin ku jin ji guherîna avhewayê bi bandor dibin?

Pirsgirêkên zayendî bi guherîna avhewayê re têkildar in. Li gorî lêkolînan, jin ji mêr bêtir di bin bandora guherîna avhewayê de ne. Li hin civakên Afrîkayê jin bacê didin. Dema  ku erozyona behrê çêbe, wek mînak, lehî û hişkayî çêbibe, mêr koç dikin û li cihên din kar dikin û malbatên xwe dihêlin, li vir, jin gelek rolan digrin, di nav de rêwîtiyên dirêj ên ji bo bidestxistina avê jî hene.

 Bi perwerdeya ku em jê re amade dikin re em ê çîrok û serpêhatiyên jinan vebêjin. Li Afrîqayê ew in ku li gorî çavkanî û şert û mercên heyî projeyên adaptasyona avhewayê pêşkêş dikin, di nav de dayîna alîkariyê ji bo keçên ku dev ji perwerdeyê berdidin jî heye.

Di piraniya qeyranan de yekem kesên ku rastî astengiyan tên jin in û di kar de tûşî kêmderfetiyê dibin, ji astên baş mehrûm in, li gorî we mafên jinan di qada we ya rojnamegeriyê de jî tê binpêkirin?

Di warên cuda de cudakarî li dijî jinan tê kirin. Destpêkê di meqaman de, ji sedî 90 ji wan zilaman serdest in. Tevî ku jin ne kêmtir xwedî ezmûn û jêhatî ne û em serkeftina rojnamegerên jin dibînin û di asta navneteweyî û herêmî de xelatan distînin lê cewherê civaka baviksalarî bi giştî xwe li ser sehneyê ferz dike.

 Di dema ducaniyê de cudahiyek din li ser jinan tê kirin û ez bi xwe jî zêdetir ji carekê rastî wê yekê hatim. Ez serlêdana kar dikim û hemû testan derbas dikim û dema ku pê dihesin ez ducanî me, lêborînê dixwazin û dibêjin ku heya ez wê qonaxê derbas bikim nabe.

Jin baca ku civaka baviksalarî bawer dike dide û ji ber jin in ji bo ku xwe îsbat bikin û astên ku heq dikin bi dest bixin du qat zêdetir ji mêran neçar dibin hewl bidin.