Derhênera Afganî Sahra Kerîmî dê di Festîvala Fîlman a Stockholmê de serokatiya juriyê bike

Derhênera Afganî Sahira Kerîmî ku di van demên dawî de ji Afganistanê derketibû û bi geşedanên herî dawîn, ji bo Mîhrîcana Fîlimê ya Stockholmê wekî seroka juriyê hat hilbijartin.

Navenda Nûçeya – Rêvebera festîvala fîlman a Stockholmê Sahra Kerîmî rêvebera saziya fîliman a Afganî û seroka juriyê destnîşan kir û Sahra Kerîmî vexwend ku rêberiya juriyê bike. Festîvala fîlman a tockholmê ku sînema navneteweyî ya 32'yemîn wê di 10 heta 21 Mijdarê de li Stockholmê were li dar xistin. 
Di festîvalê de wê 16 fîlm bên pêşkêşkirin û di dawiya festîvalê de fîlmê herî baş ê lîstikvalê yê herî baş  jin senarîst û sînemakarê herî baş dê bêne hilbijartin.
Her wiha Sahra Kerîmî jî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku wê li zanîngeha Romayê dest bi karê mamosteya zanîngehê  fîlman kiriye û wê dest bi kar bikin.
Sahra Kerîmî  derhênera  Fîlmên Afganî yên serkeftî ku di heman demê de rêvebera peymangeh fîlimên Afganî ye û di warê karkirinê ji bo serkeftina filîman û nivîsandina senaryoya ne.